Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike! 2018-03-27 13:17:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Koalîsyona Dewleta Iraqê Mensûr Bûeycî diyar kir ku Erdoğan û DAIŞ yekin û dizên neqebekê ne. Parlamenterê Koalîsyona Dewleta Iraqê Mensûr Bûeycî , têkildarî gefên dewleta Tirk a li ser Iraqê daxuyaniyek nivîskî weşand. Parlamenter Mensûr Bûeycî, rexneyên tund li serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û wiha got: “Erdogan ji zimanê dîplomasiyê fam nake. Ger ew ji kîjan zimanî fam dike, divê mirov jî wisan bersiva wî bide.    Bûeycî di daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta Tirk çawa nêzî me dibe, divê helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî dewleta Tirk jî wisa be. Erdogan ji zimanê dîplomasiyê fam nake. Erdogan tenê ji zimanê tundiyê  fam dike. Erdogan xeyalên împaratoriya Osmaniyan dike û dixwaze herêmê bi dest bixe. Ji ber vê yekê hewl dide ji pirsgirêkên welatên cîran sûdê werbigire. Divê têkiliyên dewleta Tirk mîna têkiliyên bi dewleteke êrîşkar re bên nirxandin. Ferqa êrîşên dewleta Tirk û yên DAIŞ’ê tuneye. Em bi rêyên hewayî û bejahî dikarin bi her cûreyî bersivê bidin Erdogan. Divê Erdogan baş zanibe, em ê tu carî destûrê nedin mudaxeleyî axa me bike. Çawa ku me li dijî DAIŞ’ê Iraq parast, em ê li dijî êrîşên wî jî xwe biparêzin. Erdogan û DAIŞ heman tiştin û dizên neqebekê ne.”