Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin 2018-03-27 11:54:59 STENBOL - Danişina doza Rojnameger Can Dundar û Derhêner Veysi Altay yên beşdarî "Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin bûn, hat dîtin. Doz taloq kirin.  7'emîn danişîna doza Rojnameger Can Dundar û Derhêner Veysi Altay yên beşdarî "Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin, li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê cuda cuda hatin dîtin. Dundar û Altay tev li danişînê nebûn, lê parêzerên wan li salona dadgehê amade bun. Piştî parastinê heyeta dadgehê danişîna Altay taloqî 5'ê Hezîranê û ya Dundar jî taloqî 4'ê Îlonê kirin.