Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan 2018-03-27 11:29:35 AMED - Hevberdevka Demî ya KESK'ê Gonul Adibellî, diyar kir ku li Qada Newroza Amedê ciwanan bi tevlêbûn û sekna xwe nîşan dan ku hemû Kawayên Hesinkar ên Şoreşger in û wiha got: "Ciwanan barîyer derbas kirin derketin dikê, gotin dibe hûn peykeran xera bikin, lê hûn nikarin Kawayên Şoreşger tune bikin. Ev peyam pir zelal parve kirin.    Newroz di bin zext û tundiya OHAL'ê de hat pîrozkirin. Tevî hemu qedexe û astengiyan dîsa bi tevlêbûna Milyonan kes daketin qadan û Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de bertekên xweyên li dijî hilweşîna peykerê Kawayê Hesinkar anîn ziman. Dîsa êrîşên li ser Efrînê û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Herî zêde ciwan derketin pêş. Di Newroza Amedê de jî bi hezaran ciwan bi dirûşm û meşên xwe derketin pêş. Hevberdevka Demî ya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Gonul Adibellî, diyar kir ku li Qada Newroza Amedê ciwanan bi tevlêbûn û sekna xwe nîşan dan ku hemû Kawayên Hesinkar ên Şoreşger in û wiha got: "Ciwanên ku bend rakirin û derketin ser dikê gotin 'Hûn dikarin peykerekî xera bikin, lê hûn nikarin Kawayê Doşerger tune bikin. Peyamek zelal dan. Ciwanên ku tev li Newrozê bûn xwestin şerê li Efrînê bi dawî bibe. Ji bo tevlêbûna Newrozê asteng bikin bi sedan astengî derxistin. Rê girtin, qedexe li ser qedexeyê danin. Lêgerîn li ser lêgerînê kirin. Bi taybetî lêgerîna di ketina qadê de mirov rencîde dikir. Lê dîsa ciwanan astengî guhdar nekir û tev li Newrozê bûn. Hêzên polîsan ji bo mudaxale bikin hemû astengî derxistin û sor kirin. Lê bi sed hezaran kesên katin qadê diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew dê aştiyê bixwazin û israr bikin.    ‘BI ÎNKARÊ PIRSGIRÊK NAYÊ ÇARESERKIRIN'   Adibellî, anî ziman ku bi OHAL, înkar û zextan pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha gotin: "Ciwanên daketin qadê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin. Medya hikûmetê Newroz nedît û rastî veşart. Bi nedîtin û înkarê pirsgirêk nayê çareserkirin. Divê êdî çav û guhê xwe vekin. Bibînin û bibhîzin. Bi neditin û înkarê tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Tevî şertê OHAL û astengiyan bi sed hezaran Amedî hatin Qadê û Newroz pîroz kirin."     Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku tevî hemû astengiyan bi sed hezaran Amedî daketin Qada Newrozê û Newroz pîroz kirin û wiha got: "Ketina qada Newrozê nîşan da ku ciwan u gel astengiyan nas nakin. Gel bi awayekî awarte li nixên xwe xwedî derketin. Werî her carê li qada Newrozê aştî xwestin. Xwestin bi lezgîn OHAL rabe. Demokrasî û aştî xwestin. Diyalog û muzakere xwestin. Zedebûna ciwanan balkêş bû. "   Bîlîcî, anî ziman ku gel xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û xwest muzakere dest pê bike. Divê êdî daxwaza gel li ber çavan bê girtin. Daxwaza ciwan û jinan derket pêş. Daxwazên ciwan û jinan ji bo sûdên gelê Tirkiye bû. Xwestin rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin. Xwestin pêvajoya 2013’an ji nûve têkeve meriyetê."