Li Efrînê 2 leşker mirin 2018-03-27 09:53:14   EFRÎN - Şerê li ser Efrînê di roja 67'an de berdewam dike. TSK'ê daxuyanî da û diyar kir ku 2 leşkerên wan ên li Efrînê lêgerîn dikirin rastî teqemeniyê hatine û di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.    Şerê TSK û OSO di roja 67'an de berdewam dike. Leşkerên ku li herêmê derketin operasyonê rastî teqemeniyê hatin. Di encama teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. TSK'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku di 26'ê Adara 2018'an de leşkerên wan ên li Efrînê lêgerîn dikirin teqemeniyek teqiya ye û 2 endamên wan ên TSK'ê jiyana xwe ji dest dane.