Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin 2018-03-27 09:21:29 MÊRDÎN – Ceryana 280 gundên Mêrdînê hat qutkirin. Welatiyên ku ji ber vê pirsgirêkê mexdûr bûn, ji bo avê 10 kîlometre rê dimeşin û her wiha ji bo heywanên xwe jî av bidin, ji mecbûrî ava qirêj a di golan de didin wan.  Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) 10 roj in ceryana 280 gundên girêdayî navçeyên Qoser, Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê qut kiriye. DEDAŞ’ê bi hinceta “ceryana qaçax û fatûreyên nehatine dayîn” ceryana gundan qut kiriye. Lê belê ji ber vê yekê ava gundiyan jî nayê û di warê peydakirina avê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane. Her wiha gundiyan diyar kir ku ew ê îsal nikaribin deynê ku ji bo zaden ku danîbûn û şewitîne kiribûn jî bidin.    ‘TENÊ DI HILBIJARTINAN DE TÊ BÎRA WAN’    Sebahatûllah Işik (29) ku li gundê Xêçûk ê Qoserê sewalvaniyê dike, destnîşan kir ku ji ber qutkirina ceryanê ew perîşan bûne. Işik, bi lêv kir ku ji ber qutkirina ceryanê ew nikarin erdên xwe û heywanên xwe av bidin û got: “Ji mecbûrî em ava qirêjî ya gola li nêzî gund tînin û didin heywanan. Îdia dikin ku deynê me heye û ceryan birîne. Bila bên û binerin ka deynê me heye yan ne. Qurîşek deynê DEDAŞ’ê jî li me tune ye.”  Işik, diyar kir ku ew bi hîbeyê karê sewalvaniyê dike û eger deyndar bibe wê hîbeya wî bê birîn. Işik, destnîşan kir ku DEDAŞ welatiyên herêmê mexdûr dike. Işik, bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê jî kir û got: “Di dema hilbijartinê de doza dengan dikin. Dibêjin me rê û qenalên avê çê kirine. Ka li kuderê ne? Ji bilî derewan bi tu tiştî nizanin?” Her wiha Işik diyar kiri ku bi kesîdekirina belavkirina ceryanê re rê li ber çêbûna van pirsgirêkan hatiye vekirin. Işik bi lêv kir ku DEDAŞ bûye talanker û her carê di navbera 100-200 hezar lîreyî xeza dibire.    Îbrahîm Adarê 68 salî ku li gundê Kelektepeyê rûdinê û hindik maye zade wî bişewite, qutkirina ceryanê wekî “heqareta li gel” wesifand. Adar diyar kir ku wan erde xwe gubre kiriye û ji ber nikarin av bidin genime wan hişk bûye û got: “Bila ji binî ve ceryanê qut bikin. Bila ew jî rihet bibin em jî. Jixwe em xisirîne. Zadê me di komayê de ne. Eger em niha av bidin jî ancax ji sedî 25 em zad bi dest bixin.” Adar, destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan bê encam mane û got: “Li holê heq û hiqûq nemaye. Bi navê edaletê tiştek nemaye. Eger hayê me jê qutkirinê hebûna, me ji bo çandiniyê ewqas mesref nedikir. Ji ber ku em ê nikaribin deynê mazot, gubre û tovan bidin, em nizanin em ê çi bikin.”    ’EM 10 KÎLOMETRE RÊ DIÇIN Û AVA DIKIŞÎNIN’    Şêniyê gundê Kelektepeyê Serhan Suer ê 42 salî jî diyar kir ku ew her meh bi awayekî rêk û pêk fatûreyên DEDAŞ’ê didin. Suer diyar kir ku ji bîrên ku 10 kîlometre dûrî wan in avê dikişînin. Suer jî bi bîr xist ku zaden wan şewitîne û got: “Em peya diçin bîrê an jî bi keran avê dikişînin. DEDAŞ şîrketeke ku li ser kedxwariyê hatiye avakirin. Ez ê çawa van deynan bidim? Quweta min a aborî têrê nake.”    MA / Berzan Guneş