Ji bo Ocalan li ber CPT’yê çalakî hat lidarxistin 2022-12-07 18:52:39       NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ber avahiya CPT’yê dest bi çalakiya bi sê rojan hat kirin.   Piştî hat zanîn ku CPT’yê li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye, çalakî tên lidarxistin. Li ser banga seferberiyê ya KCDK-E’yê Kurdistaniyan li ber avahiya CPT’yê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, dest bi çalakiyê kirin. Çalakî wê sê rojan bidome. Kesên hilbijartî yên li Ewropayê dimînin û kesên ku ji Swîsreyê hatine, tev li çalakiyê bûn.   ‘DIVÊ DEMILDEST DAXUYANÎ BÊ DAYÎN’   Kesên tev li çalakiya rûniştinê bûn, li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur axivî û got: “Em li vir ji CPT’yê dipirsin; dema hûn çûn Îmraliyê, we hevdîtin bi birêz Ocalan re kir yan na? Hûn divê demildest daxuyaniyekê bidin.”   Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îzlandayê û Serokê Şandeya Îmraliyê Ogmûndûr Jonasson jî axivî û wiha got: “Azadiya Ocalan wê bibe wesîleya aştiyeke mayînde. Di heman demê de ez kesên ku li Rojavayê li dijî êrîşên dewleta tirk, li ber xwe didin, silav dikim.”   ‘REWŞA RÊBER APO NE ASAYÎ YE’   Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku kurd ji bo Rêberê PKK'ê li her derê li ser pêyan in. CPT’yê bi daxuyaniya0 ku da, anî ziman ku li Îmraliyê hevdîtin kiriye. Lê parêzeran da xuyakirin ku CPT’yê hevdîtin pê re nekiriye. Her du daxuyanî jî hev du nagirin. Di jiyana Rêber Apo de, awarteyiyek heye. CPT divê têkildarê jiyana Rêbertiyê, demildest daxuyaniyekê bide.”   Yek ji parêzerên Ocalan, Omer Guneş jî têkildarê tiştên qewîmîne, agahî dan. Guneş anî ziman ku bi zanebûn hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re asteng dikin û destnîşan kir ku saziyên navneteweyî, li gorî hiqûqa xwe jî tevnagerin.   Alî Şîmşek li ser navê desteya dîwanê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) axivî. Şîmşek bi lêv kir ku armanca dewleta tirk ew e ku kurd û gelên Rojhilata Navîn ber bi tarîtiyê ve bibe û wiha axivî: “Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku Rêberê Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn danî holê, paradîgmaya aştî û xwişk û biratiyê ye. Ev êrîş li dijî vê paradîgmayê tên kirin. Saziyên navneteweyî jî ji ber vê paradîgmayê, li dijî êrîşan bêdeng in.”   Parlamenterê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan jî li ser navê kesên hilbijartî axivî. Botan wiha got: “Birêz Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rêberekî giring e.”