Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ hate dayîn 2022-12-07 17:08:25   ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ku bi daxwaza girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan hatiye destpêkirin de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ hate dayîn.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan û pêkanîna tecrîdê ya li hemû girtîgehan bê bidawîkirin li Îzmîrê daye destpêkirin di roja 147’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan ên pêşmalkên ku li ser “Deng bidin zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin, dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Heq, hiqûq, edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji şer re na bila aştî niha pêk were” berzkirin.    ÇIMA POŞMAN BIBIN?   Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklara Îzmîrê tê ragirtin, Sûltan Yagmekan, anî ziman ku qanûna “poşmantiyê” ku li girtiyan tê ferzkirin qebûl nakin. Yagmekan, destnîşan kir ku 10 meh in li edaletê digerin û wiha got: “Heke edaleta van hebûya 10 meh bûn em li kolanan, li ber girtîgehan û li ber edliyeyan nerûdiniştin. Sebra me nema, ma wijdana we nîne? Heke biçekê wijdana we hebûya, hûn da derdê me guhdar bikin, me bihîsin û me fêhm bikin. Êdî bes e, heta kengî em ê vê êşê bikişînin. Kurê min emeliyat bû, 9-10 rojan di nexweşxaneyê de ma lê em agahdar nekirin. Edaleta van li ku ye? Van rojên borî beriya ku keseke hatiye berdan ji girtîgehê derkeve careke din girtin. Dibêjin ‘an bêjin em poşman in an jî em we bernadin’. Piştî 30 salan kî boçi poşman bibe? Heta ku ji destê me were em ê têbikoşin û li ser piyan bisekinin. Zarokên me li ku derê bin em li wir bin.”   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin, Medîne Kaymaz jî wiha axivî: “Em li ber vê zilmê serê xwe natewînin. Qasî ku ev zilm li ser zarokên me û welatê me bidome em jî dê ewqas têbikoşin. Êdî bes e biçekê bi wijdan bin. Bi zext û zilmê dewlet nabe. Qasî ku em dibÊjin aştî em ji me re dibêjin bombe, kimyasal. Em dest ji gotina aştî û edaletê bernadin.”