Ji xwendekarên îranî daxuyaniya hevpar: Em ê parşverûtiyê tune bikin 2022-12-07 17:06:46   ENQERE - Xwendekarên îranî li dijî rejîma Îranê banga xwerêxistinê kirin û gotin ew amade ne ku paşverûtiyê tune bikin.    Xwendekarên zanîngehên Îranê bi wesîleya “Roja Xwendekaran” a her sal li Îranê di 7’ê kanûnê de tê pîrozkirin, daxuyaniyek hevpar weşandin. Xwendekaran daxuyaniyê bi sernivîsa “Şoreşa me jin jiyan azadî ye” belav kirin û diyar kirin ku ew îro di 7’ê kanûnê ji her demê bêtir nêzî azadiyê bûne.    JI BO ŞOREŞÊ LI SER PÊYA NE    Di daxuyaniya xwendekaran de hat destnîşankirin ku ew çerxa şoreşê ne û ew ji bo jiyanek azad û wekhev ku cihêkarî neyê kirin li ser pêya ne û ew piştevaniya şoreşa serbilind a li welat dikin û her tim li kêleka hêzên şoreşger li ser pêya bûn. Xwendekaran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Roja Xwendekaran a îsal ji her salên bihûrî cudatir e û wan bi hemû gelan re mil daye milên hev û wiha hat gotin: “Em amade ne ku zîhniyeta paşverû ya li vî welatî ji holê rakin û tune bikin û dê destûrê nedin ku paşverûtî xwe ji nû ve zindî bike.”