Malbatên Windakiriyan serdana Malbata Şenyaşar kirin 2022-12-07 16:49:37   RIHA - ÎHD, OHD û Baroya Rihayê bi Malbatên Windakiriyan re di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de serdana Malbata Şenyaşar a çalakiya xwe ya nobetê didomînin kirin. Baroya Semsûrê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbatên kesên li Rihayê di dîrokên cuda de di encama cînayetên kiryarên nediyar de winda bûn jî di serdanê de cihê xwe girtin.    ‘DAXWAZA BILA FAÎL BÊN DÎTIN’   Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa ku di serdanê de axivî, destnîşan kir ku wê li dijî polîtîkaya bêcezatiyê têbikoşin û wiha got: “Heta ku faîl bên dîtin û hemû berpirsyarên windayan werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ŞENYAŞAR: EM Ê JI BER VÎ DERÎ NEÇIN   Ferît Şenyaşar ê nobeta xwe didomîne, anî ziman ku 639 roj in li ber deriyê edliyeyê nobetê digirin. Şenyaşar, diyar kir ku polîs bi astengkirinê dibin hevkarê zilmê û wiha got: “Li vir fermana serdestan derbasdar e. Her serdozgerê ku hat vê derê şûna ku edaletê bi cih bîne, hewl dan bi zext û zorê me ji ber deriyê edliyeyê dûr bixin. Heta ku edalet pêk neyê em ê ji ber vî derî neçin.”   BAROYA SEMSÛRÊ PEYAMA PIŞTEVANIYÊ DA    Serokê Baroya Semsûrê Bîlal Dogan jî anî ziman ku daxwaza edaletê ya malbatê heye û wiha axivî: “Em weke Baroya Semsûrê li cem malbata Şenyaşar in. Em ê di nava piştevaniyê de bin.”   ONCEL: EM LI CEM MALBATÊ NE   Serokê Baroyê yê Rihayê Abdullah Oncel jî destnîşan kir ku li cem malbatê ne. Oncel, bal kişand ser têkoşîna dayika Emîne Şenyaşar û wiha axivî: “Bû hêvî û dengê bi milyonan kesên li Tirkiyeyê neheqî li wan tê kirin. Bi berxwedana bêdeng bû hêviya hemû kesên neheqî li wan hatiye kirin. Beşeke mezin a civakê ev deng bihîst lê daraza ev deng nebihîst. Em ê li cem dayikê bin.”