Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat 2018-03-27 09:17:15 WAN - Li girtiyê ku ji Girtîgeha Wanê birin nexweşxaneyê, bi hinceta li dijî lêgerînê derketiye cezayê dîsîplînê lê hat birîn.  Di 1'ê Adarê de girtiyên ku ji Girtîgeha Wanê birin Navenda Tenduristiya Dev û Diranan, dema gardiyanan ew radestî cendiremeyan kirin, cendirmeyan xwest dîsa ser wan bê sehîkirin. Ji girtiyan Sayît Guzel diyar kir ku ew lêgerîneke kêfî ye û destûr neda.    Li ser vê yekê girtiyên din jî li hemberî lêgerînê derketin û neçûn nexweşxaneyê.    Miduriyeta Girtîgeha Wanê der barê girtiyan de lêpirsîn da destpêkirin û mehek cezayê nebeşdarbûna çalakiyan û pêwendiyê li Sayît Guzel birî.