Ji bo Fîncanci û Yildiz banga berdanê kirin 2022-12-07 16:19:30     STENBOL - TÎHV û ÎHD’ê diyar kir ku divê Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û xebatkarê TÎHV’ê Bîlal Yildiz di zûtirin demê de bên berdan.    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza berdana Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci û xebatkarê TÎHV’ê Bîlal Yildiz li avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Ji zanyar, bijîşk û mirova baş Şebnem Korur Fîncanci re azadî” û “Parastvanên mafan nayên darizandin” hatibûn hilgirtin. Tevgera Kaldiraçê, Komeleya Pispora Xizmetên Civakî û Navenda Hafizeyê jî piştgirî dan.   Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku Fîncanci ji ber nêrînên xwe yê pisporiyê hatiye girtin û wiha got: “Girtina Fîncanci, nîşaneya zexta li ser parastvanên mafan e. Her demê li ser parastvanên mafan xetere hebûn lê divê zexta darazê ya niha bê nîqaşkirin. Banga me ew e ku hemû kes piştevaniyeke xurt bide parastvanên mafên mirovan.”    Ji TÎHV’ê Elçîn Dayanir jî got ku Fîncanci ji 26’ê cotmehê ve bi awayekî derhiqûqî girtî ye û wiha pê de çû: “Danişîna ewil a derheqê wê de dê di 23’yê kanûnê saet di 09.30’an de li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê bê lidarxistin. Hevalê me Bîlal Yildiz ku li Nûnertiya TÎHV’ê ya Stenbolê demekî dirêj xebitî, ji ber ku mafê xwe yê parastina mafên mirovan bi kar anî, di 11’ê hezîrana 2022’yan de bi derhiqûqî hat girtin. Danişîna endamên GOÇ-ÎZDER’ê jî di 13-14-15’ê kanûnê de li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê lidarxistin. Banga me ji bo her kesî ew e ku xwedî li Fîncanci, Yildiz û parastvanên mafan derkevin û bên Edliyeya Çaglayanê.”    Endamê Lijneya Rêveber ê TÎHV’ê Umît Bîçer jî xwest ku Fîncanci û Bîçer bên berdan.    Piştî daxuyaniyê, çalakvan çûn Postaxaneya Siraselvîlerê û ji bo Fîncanci û Yildiz qert şandin.