Nehiştin xizmên girtiyê ketiye greva birçîbûnê pê re hevdîtinê bikin 2022-12-07 15:53:08   ENQERE - Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê didome. Malbatên girtiyan di dema hevdîtinê de xwestin bi dozger re hevdîtinê bikin lê ji girtîgehê hatin derxistin.    Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê li dijî binpêkirinan di 4’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Di 16’ê mijdarê de jî girtiyan çalakiya xwe veguherandibûn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çalakiya girtiyan hêj berdewam dike. Malbatan piştî hevdîtina bi xizmên xwe re, xwestin bi dozger re hevdîtinê bikin. Lê belê karmendên girtîgehê malbat bi darê zorê ji kampûsê derxistin.    Malbatan da zanîn ku rewşa xizmên wan ên pê re hevdîtin kirine baş nîne. Malbatan ev agahî parve kirin: “Piştî hevdîtinê me xwest bi dozger û midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikin. Rayedarekê girtîgehê jî ji me re got ku em li bendê nesekinin û dê daxwaza me ji dozger re ragihîne. Heta demekî em dan sekinandin û piştre hat ji me re got ku dozger di civînê de ye û nikare îro hevdîtinê bike.”    Bi domdarî malbatan got ku karmendekê girtîgehê ji re gotiye; “heke hûn dixwazin ji kampûsê derkevin û li pêşiya wê bisekinin.” Malbatan, di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Zêdetirî 40 girtî ketine greva birçîbûnê û dibêjin ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin jî dê bi tu awayî dest ji çalakiya xwe bernedin.”    Malbatan da zanîn ku hêj niha jî li pêşiya kampûsa girtîgehê disekinin.