Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne 2022-12-07 09:03:22   WAN - Nûnerên saziyan û partiyên siyasî ku bal kişandin ser meşên girseyî yên ku dê li Wan û Amedê ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên lidarxistin, gotin: "Gelê me bi beşdarbûnê dikare tecrîdê bişikîne."    Zêdetirî 20 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê bênavber didome.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Alîkariya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtiyan re (MED TUHAD FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Meclîsa Dayikên Aştiyê dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 11'ê kanûnê de li Amedê û di 12'ê kanûnê de li Wanê meşên girseyî li dar bixin.    'TECRÎD PÊKANÎNEKE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Hevserokê DBP'a Wanê Harûn Okay wiha got: "Tecrîd, pêkanîneke dijî mirovahiyê ye. Tecrîda li ser birêz Ocalan, li tevahiya girtîgehan belav bûye. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin, em mecbûr in tecrîdê bişikînin. Ji bo girtî sûdê ji mafên qanûnî negirin tn tecrîdkirin û em vê yekê qebûl nakin."    Okay destnîşan kir ku kesên xwe bi şer xwedî dikin ji bo aştî çênebe dixwazin pêwendiya di navbera gel û Ocalan de qut bikin û got ku  tecrîda li ser Ocalan bûye tecrîdeke sîstematîk.    BANG LI JINAN KIR   Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Şaxa Wanê Edîbe Batûrê jî destnîşan kir ku aramnca sereke ya meşê şikandina tecrîdê û azadiya Ocalan e û wiha got: "Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan rû didin û her hefte hevalek me li girtîgehan jiyana xwe ji dest dide. Divê her kes vê yekê bibîne. Ev tecrîd tenê ne li ser gelê kurd, li ser tevahiya gelan tê pêkanîn. Tecrîdê li ser birêz Ocalan pêk anîn û niha sîrayetî tevahiya gel dike. Lewma di serî de jin divê tevahiya gelê me tevlî vê meşê bibe."   Batûrê bilêv kir ku ji bo bidawîbûna bêhiqûqîtiyan divê jin û ciwan di refên herî pêş ên meşê de cih bigirin.    Endama TUHAY-DER'ê Halîbe Albayê jî wiha bang kir: "Hem ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hem jî ji bo bidawîbûna zextên li girtîgehan, em hemû kesî vedixwînin meşa ku dê di 11'ê Kanûnê de bê lidarxistin."