HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin 2022-12-06 16:51:44   NAVENDA NÛÇEYAN – HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk bi obûs û topên hawanan herêmên Cizîr, Firat û Efrînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hedef. HSD’ê da zanîn ku di êrişan de saziyên xizmetê hedef hatine girtin.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên şeva 4’ê kanûnê û roja 5’ê kanûnê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. HSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku top û tankên dewleta tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn bombebaran dikin û ev agahî dan: “Di bombebaranê de mal û erdên çandiniyê ên sivîlan dibin hedef. Li Zirgan, Şehba û Kobanê topên dagirkeriya tirk malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê kir hedef. Wê ev sûcên dewleta tirk werin belgekirin.”   Bîlançoya êrişên di saatên dawî ya roja 4’ê kanûnê û roja 5’ê kanûnê wiha ye:    “ÊRIŞÊN DI 4’Ê KANÛNÊ DE   Herêma Cizîrê   Til Temir: Gundên Til Leben, Gozeliyê û depoyên Um El Kêf bi obus û hawanan hatin topbarankirin, bi doçkayan jî hatin gulebarankirin.   Zirgan: Gundên Bobî, Dada Ebdal, Mihermela û bajaroka Zirganê 31 caran bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin. Li hemberî van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.   Herêma Firatê   Girê Spî: Gundên Kor Hesen, Bîr Kîno, Erîda û Sileybî 2 caran bi obusan, 4 caran bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.   Eyn Îsa: Rojhilatê bajarokê bi doçka û bombeavêjan hatin gulebarankirin.   ÊRIŞÊN DI 5’Ê KANÛNÊ DE   Herêma Efrînê   * Gundên Şêx Hîlal, Hirbil, Samûqa, Minix, Şêx Îsa, Kefer Naya, Bendava Şehba, Kefer Garês, Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Şewarxa, Malikiyê, Îrşadiyê û bajaroka Til Rifatê 33 caran bi obusan, 30 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.   * Balafirek keşfê gundê Eyn Deqnê bombebaran kir.   Herêma Cizîrê   Til Temir: Gundên Um El Kêf, Til Leben, Gozeliyê, Şêx Elî û depoyên Um El Kêf bi obusan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.   Herêma Firatê   Kobanê: Gundên Zormexar, Çariqlî, Koran, Xerbîsan, Cîşan, Xanê, Qeremox û bajaroka Şiyûx bi obus û hawanan hatin topbarankirin.   Girê Spî: Gundên Til Xan, Dibis, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda, Zenûbiya û rêya M4 2 caran bi obusan, 3 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.   Minbic: Gundên Korheyûk û El Kawiklî 7 caran bi obusan hatin topbarankirin.”