Nobeta Edaletê di roja 146’an de didome 2022-12-06 14:59:31   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan di Nobeta Edaletê de bang li desthilatdariyê kirin ku dawî li polîtîkaya îzolekirina girtiyan berdin û terkî mirinê nekin.    Xizmên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin û bidawîkirina tecrîda li girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 146’an de li pêşiya Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de xizmên girtiyan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “heq, hiqûq, edalet” û “Biji berwxedana zindanan” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Çeşme û Foçayê jî piştgirî dan çalakiyê.    Di çalakiyê de Hevseroka HDP’a Çeşmeyê Menekşe Ecer axivî û got ku bêhiqûqtiyên li girtîgehan, polîtîkaya dewletê ye. Ecer, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay (74) ku li Girtîgeha Tîpa F a Burhaniyeyê tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka binpêkirina mafên tedawî û tenduristiyê yên girtiyan roj bi roj mezintir dibin. Her roj dişînin girtîgehên dûrî malbatên wan. Gelek caran malbat derfetê nabînin ku hevdîtinên rû bi rû bikin. Li girtîgehên bi tîpên S û Y’ê girtî bi temamî tên îzolekirin û ji piştevaniyê bêpar tên hiştin. Mimkin nîne ku girtiyên nexweş bi tena serê xwe bikarin jiyana xwe bidomînin. Şert û mercên xerab wan ber bi mirinê ve dibin. Ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê divê rayedar bi erka xwe rabin û raya giştî jî hestiyar tevbigere.”    'HETA KU ZILM HEBE DÊ TÊKOŞÎN JÎ BIDOME’    Ji xizmên girtiyan Medîne Kaymaz ku kurê wê Bayram Kaymaz li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin jî wiha got: “Em dayikên aştî û edaletê ne. Dewletê li her derê şer da destpêkirin û her deverê talan dike. Êdî bes e ji vê zilmê û vî şerî re. Zarokên me bi awayekî neheq di girtîgehê de tên ragirtin. Heta ku zilma li ser zarokên me bidome dê têkoşîna me jî bidome. Em ji bo aştî û edaletê hene û dê ji bo vê li ber xwe bidin. Em ê dev ji xwestina aştî û edaletê bernedin. Berxwedan, jiyan e.”