Daxwaza betalkirina doza Aydogan hate redkirin 2022-12-06 13:01:07   AMED - DMME’yê ji ber rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP’ê ya Berê Nûrsel Aydogan biryara binpêkirinê dabû. Daxwaza parêzerê Aydogan a ji bo betalkirina dozê hate redkirin.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20’ê gulana sala 2016’an de û darizandina wan, biryara binpêkirinê dabû. Dihat payîn ku doza derheqê parlamenteran de bê sekinandin lê belê darizandina parlamenteran didome. Nûrsel Aydogan jî yek ji wan 40 parlamenteran bû. Parêzeran ji bo betalkirina doza Aydogan, serî li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da lê ev daxwaza wan hat redkirin.    Aydogan ji ber ku li derveyî welat e, beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Aydogan, Abdulkadîr Guleç di danişînê de amade bû. Guleç, da zanîn ku biryara DMME’yê pêşkeşî dadgehê kirine û got ku bi vê biryarê re êdî tu bingeheke hiqûqî ya darizandina miwekîla wî nema ye. Bi domdarî Guleç destnîşan kir ku biryara DMME’yê diyarker e û xwest ku di çarçoveya vê biryarê de doza derheqê miwekîla wî de bê betalkirin.    Di danişînê de dozger jî xwest ku daxwaza parêzer Guleç were redkirin. Li ser vê yekê şandeya dadgehê daxwaza betalkirina doza Aydogan red kir. Dadgehê biryar da ku biryara girtina Aydogan bidome û danişîna dozê taloqî 1’ê hezîrana 2023’yan kir.