Ji medyaya alîgir manîpulasyona ‘MÎT’ê’ 2022-12-06 12:44:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Mirina Mizgîn Kobanê ku agahiyên nasnameya wê YPJ’ê beriya 5 mehan aşkere kir, ji aliyê medyaya alîgir ve weke “nûçeya lezgîn” hate servîskirin.    Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî nûçeyên ku duh ji aliyê Ajansa Anadolûyê (AA) û medyaya alîgirê hikumetê ve derbarê endama wan Mizgîn Kobanê ku di 2’yê tîrmehê de di êrişa hewayî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû de hatin servîskirin daxuyanî da. YPJ’ê bal kişand ku şervanên ku berê nasnameyên wan aşkere kirine weke ku nû şehîd ketine tên nîşandan. YPJ’ê bi bîr xist ku endama wan Mizgîn Kobanê di 2’yê tîrmehê de li Reqayê di êrişa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest daye û rojekê pişt re jî agahiyên têkildarî nasnameya wê bi raya giştî re hatine parvekirin.