Di çalakiya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî girtina Şadiye Manap dan 2022-12-06 12:43:07   AMED - Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan di çalakiya nobeda edaletê de bertek nîşanî girtina Şadiye Manap ku 30 sal cezayê wê qediya û roja ku bê berdan careke din hat girtin da û got: “Çima maf û hiqûq ji bo girtiyan tune ye. Ji ber ku em kurd in zilm û zorê li ser me ferz dikin.”           Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan dabûn destpêkirin di roja 385'emîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê piştgirî da çalakiya malbatan.        ‘ZAROKÊN ME DEMILDEST BERDIN’        Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan anî ziman ku salek e ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin di çalakiya edaletê de ne û ev tişt gotin: "Mafê zarokên me jî hene, çima zarokên me di heq û hiqûqê de bê par tên hiştin? Bila dubendiyê nexin navbera girtiyan. Çima yên ku di tiryak an jî sûceke din kirine hemû mafên wan hene lê ji bo girtiyên me tune ye. Tu sûcekî zarokên me tune ye, ew jî dizanin hemû dinya jî dizane ku zarokên me ji ber çi di girtîgehê de ne. Daxwaza me jî ew e ku zarokên me demildest bên berdan."        ‘4 SAL IN MIN KURÊ XWE NEDÎTIYE’        Boltan destnîşan kir ku zilm û zora li ser girtiyan zêde bûye û wiha axivî: "Zarokên me bi kelepçekirî dibin nexweşxanê, bi kelemçekirî dê çawa tedawiya zarokên me bikin. Bila raporên zarokên me bidin, zarokên me êdî hatine ber mirinê. Bila êdî bên berdan. Ez wek dayika girtiyekî çar sal in ku min lawê xwe nedîtiye. Zarokên me sirgûnî bajarên dûr dikin, ez jî nexweşim nikarim bi rê ve biçim. Bila zarokên me bînin bajarên nêzî me ku em dikaribin zarokên xwe bibînin.”    ‘JI BER KU EM KURD IN ZILMÊ LI ME DIKIN’        Boltan bal kişand ser girtina Şadiye Manap ku piştî 30 salan cezayê wê qediya û roja hat berdan careke din hat girtin û wiha bertek nîşanî girtina wê da: “Tevî ku cezayê we qediya jî careke din ew girtin. Ev şerma wan e. 30 sal cezayê wê qediya jî careke din girtin. Çima maf û hiqûqa wan ji bo girtiyan tune ye. Ji ber ku em kurd in zilm û zorê li ser me ferz dikin.”    Nobeda îro bi berzkirina dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.