Li Rojhilat û Îranê agirê azadiyê roj bi roj geştir dibe 2022-12-06 12:04:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Greva giştî ya li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e. Her wiha çalakvanan li dehan bajaran çalakî li dar xistin.    Çalakiyên protestokirinê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatibûn destpêkirin, berdewam in. Li ser bangawaziyan, duh li dehan bajaran greva giştî dest pê kir. Greva giştî du roja duyemîn de didome û tê payîn ku heta sibê bidome. Bi sedema greva giştî, li bajarên Urmiye, Mahabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Seqiz, Bane, Dîwander, Kamyaran, Dêwlan, Firwe, Merîwan, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Selasî Bawecan, Kirmaşan û Îlamê yên rojhilatê Kurdistanê esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin.    Her wiha li bajarê Sineyê xwendekaran laçikên xwe derxistin û çalakî li dar xistin. Di dema xwepêşandanan de bi minasebeta roja 40’emîn a qetilkirina Muhammed Şerîet, merasîma bîranînê hat lidarxistin.    Li bajarê Dêwlanê jî xwendekaran bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meşek li dar xist. Di saetên êvarê de li bajarên Sine, Kirmaşan, Seqiz, Ciwanro û gelek bajarên din bi pêşengtiya ciwanan li kolanan agir hatin hilkirin.    Li bajarên weke Tehran, Îsfehan, Kirman, Faris, Merkezî, Hemedan, Buşer û li gelek bajarên din ên Îranê jî esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Welatî daketin kolanan û çalakî li dar xistin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku li 29 bajarên kurdan esnafan dikanên xwe venekirin, xwendekar neçûn dibistanê û derneketin kolanan.