Girtiyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye nayê dermankirin 2022-12-06 12:01:37   ENQERE - Keça girtî Yûnûs Nîsgavlîglû, Seda Nîsgavlîoglû diyar kir ku tevî ku bavê wê bi nexweşiya penceşêrê ketiye û ji bo emeliyatê sewqî wî nexweşxaneyê nayê kirin û got: “Gelo wê bavê min bimire şûn ve bidin me?”    Yûnûs Nîsgavlîoglû yê girtiyê nexweş li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T’yê t3e girtin. Di 31’ê cotmehê de nexweş dikeve û wî ardikin nexweşxaneya Afyonê. Hefteyek di beşa lênêrîna awarte de tê ragirtin. Bijîşkê norolojî diyar kir ku rewşa Nîsgavlîoglû giran e û hewcetiya wî bi xwedîkirinê heye. Norolog teşhîsa hîdrosefalî danî ser girtiyê nexweş û got divê ew bê emeliyatkirin.    LI NEXWEŞXANEYÊ EKÎBMAN TUNE YE    Beriya niha jî teşhîsa diyabetes milerus hipertansiyon û gumana penceşêrê bi Nîsgavlîoglû hebû û niha jî lezyona nehat eşkerekirin di aliyê mêjiyê wî çepê de hat tespîtkirin. Tê diyarkirin ku divê Nîsgavlîoglû li nexweşxaneyek baş bê dermankirin lê ji ber li nexweşxaneyê ye baş nayê dermankirin. Li nexweşxaneyê ji bo lêkolînkirina penceşêrê ekîbmana hewcedar tune ye û nexweşxaneyên din jî Nîsvaklîoglû qebûl nakin.    SEWQÎ NEXWEŞXANEYEKE BAŞ NAYÊ KIRIN    Seda Nîsvaklioglû rewşa bavê xwe nirxand û bavê wê ji ber şekirê zêdê û enefeksiyonê rakirine nexweşxaneyê û lê li şûna dermakirinek baş bê kirin bavê wê dîsa birine girtîgehê. Nîsvaklioglû got kesî agahî nedaye wan û wê rewşa bavê xwe li ser e-nabizê hîn bûye û wiha got: “Vê carê bavê min ji ber hişê wî çûye ji nû ve rakirine nexweşxaneyê. Bi encamên MR’ê re teşhîsa penceşêrê li bavê min kirine. Divê were emeliyatkirin. Heke neyê emeliyatkirin ev nexweşîn mirinê dê bi xwe re bîne. Tevî raporên nexweşxaneyan jî Saziya Tiba Edlî bavê min bernade. Tu mudaxileyek li bavê min nayê kirin. Bavê min li benda sewqa ji bo nexweşxaneya zanîngehê ye. 40 roj in li nexweşxaneya dewletê tê sekinandin. Lê tevî raporên bijîşkan jî nexweşxaneya zanîngehê razandina bavê min qebûl nake. Em nizanin penceşêra li bavê min peyda bûye di merhaleya çendan de ye û niha ew êşê dikişîne.”    DIL Û HESTIYÊN WÎ DIÊŞIN    Nîsgavlîoglû diyar kir ku diya wê li qawîşa mehkûman li cem bavê wê wek refakatvan disekine û bavê wê ji dil û hestiyên xwe nexweş e. Nîsgavlîoglû da zanîn ku divê bavê wê demildest were tedawîkirin û wiha axivî: “Em nizanin ka gelo penceşêr li hemû bedena wî belav bûye an na. 20 roj in dayika min li gel wî ye. Li wir ne azad e. Telefona wê ji destê wê digirin. Di saetên diyar de li me digere. Nikare serê xwe bişo. Dengê bijîşkekî li wir  hat min ku digot, ‘wê dayika we jî bimire. Divê demildest mudaxile li vî bê kirin. Hûn ketin nava tiştek çawa’. Qêrîna bijîşk a di vî warî de hat min.”    DAXWAZA JIYANEKE MIROVΠ   Nîsgavlîoglû da zanîn ku mafê jiyankirinê yê bavê wê tê binpêkirin û wiha got: “Em wek ewladên wî dixwazin ku bavê me sewqî Îzmîrê bikin û li wir bijî. Em nizanin ku çiqas dema bavê min a jiyankirinê maye. Divê demildest li nexweşxaneyek zanîngehê bê razandin û tedawiya wî bê destpêkirin. Dibe ku bavê min sibê bimire jî. Adeta ji me re dibêjin bila bavê we bimire û wê bidin me. Daxwaza me ew e ku jiyanekirinek mirovî ye. Lê ji ber girtî ye mafê wî yê jiyanê ji destê wî girtin e. Jixwe 12 sal in bi awayek neheqî girtî ye.”