Rojnameger Turfent: Bêdengî jehr e, divê em vê jehra li hember çapemeniya azad ji holê rakin 2022-12-06 10:28:24   COLEMÊRG - Rojnemevan Nedim Turfent ku piştî 7 salan ji girtîgehê derket, bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Bêdengî wekî jehrê ye. Divê em ev bêdengiya li hemberî endamên çapemeniya azad û jehra li ser wan ji holê rakin.”    Nedîm Turfent, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hat girtin, piştî 7 salan di 29'ê Mijdarê de Girtîgeha Qereqoçanê ya Xarpêtê ya Hejmar 1 a Tîpa K'yê derket. Rojnamevan Turfent behsa rewşa girtiyên nexweş, girtina rojnamevanan û 7 salên xwe yên di girtîgehê de kir.    Turfent da zanîn ku di sala 2012'an de li DÎHA'yê dest bi rojnamevaniyê kiriye û heta sala 2015'an edîtorî kirî ye û got ku piştî "pêvajoya çareseriyê" ku di 2015’an de bi dawî bû, li Colemêrgê dest bi nûçegîhaniyê kiriye. Turfent bilêv kir ku, li herêma Colemêrgê rojnamevanî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bûye wê demê û wiha got: “Ev rewş li hemû cîhanê wiha ye. Ev pêvajo, ji bo rojnamegerên li herêmeke şer û pevçûn hinekî dijwartir e. Sala 2015’an ji bo me rojnamegeran saleke dijwar bû.    ROJNAMEGERÎ HAT HEDEF GIRTIN   Rojnamegerên ku nûçeyên der barê welatiyên herêmê de çêdikirin jî di heman demê de bı hedefgirtina esker û polîsan rû bi rû diman. Bi taybetî jî piştî ku min nûçeya bi ser navê ‘Hûn ê hêza Tirkan bibînin’ û gelek nûçeyên dîtir çêkirin ez hedef hatim girtin. Her wiha di wê pêvajoyê de, ji ber ku me binpêkirinên mafên mirovan, welatiyên ku mal û taxên wan dihatin wêrankirin, şewitandin, hilweşandin û welatiyên sivîl ên li bajêr dihatin qetilkirin anîn zimên, em ji aliyê esker û polîsan ve hedef hatin girtin. Helbet di wê pêvajoyê de wekî çav û guhê gel, me nûçeyên xwe nivîsîn û ew xistin rojeva raya giştî. Nûçeyên ku me çêkirin wekî delîlên sûcî hatin hesibandin.”    ‘GEFÊN MIRINÊ LI MIN HATIN KIRIN’   Turfent anî ziman ku wê demê gelek malperên medyaya sanal yên wekî "JÎTEM"ê bi kuştinê gef lê xwarine û ev tişt anîn ziman: “Em xebatkarên çapemeniya azad û çapemeniya kurdî, cesaret û helwesta xwe ya bi rûmet ji Apê Mûsa digrin. Çi qas astengî hebin jî em tu carî dest ji heqîqetê bernadin. Ger bedelên mezin bên dayîn, em amade ne ku wê bedelê jî bidin. Me ev tişt roja ewil da ber çavan. Bi vê biryar û baweriyê dê pênûsa me di destê me de be û em ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. Pêvajoya darizandina min, bi rastî jî rewşeke trajîkomîk bû. Eşkere bû ku beriya dadgehê biryarek hatiye dayîn. Di pêvajoya binçavkirinê ya ewil de plan dikirin ku min winda bikin û piştî ku ev yek pêk nehat, biryara windakirinê ya nediyar hat guhertin û ez bi rêya darizandinê hatim cezakirin û ez şandim girtîgehê. Ev biryara cezakirinê pêşiya ku ceza li min bibirin, li salona dadgehê bi awayekî trajîkomîk hat xwendin. Di dema darizandinê de jî hêmaneke sûcî ya berbiçav tune bû. Ger dosyeya min li bajarekî din ê Tirkiyeyê bûya, bawer dikim ku dê biryara beraetê jî bihata dayîn. Ez di wê baweriyê de me ku dadwer û dozgerên ku min didarizandin jî ji ber biryarên siyasî û ji ber zextan biryareke wisa girtin. Ez wisa difikirim ku ji ber sedemên siyasî cezayên wisa giran der heqê min de hat dayîn.”    PÊVAJOYA BINÇAVKIRINÊ   Turfent behsa serpêhatiya xwe di dema binçavkirinê de jî kir. Turfent wiha behsa wê rojê kir: “Piştî çend rojên qedexeya li kolanên Geverê hatibû îlankirin, em bi wesayîta xizmekî xwe diçûn Wanê. Di têketina bajêr de pêşiya me bi wesayîtên zirxî hat girtin. Di dema binçavkirinê de, çendî min got 'ez rojnameger im' jî polîsan em asteng kirin û gotin ‘ger hûn ji wesayîtê peya nebin em ê we gulebaran bikin.' Dema em ji wesayîtê peya bûn, dest bi êrîşê kirin. Min li ser piştê danîn erdê û destên min ji paş de kelepçe kirin. Dest bi lêdanê kirin; bi sîle, kulm, mist û pehînan li min xistin. Bi rastî jî çend kesên rûpoş ku di nav wan de bûn û min fêm kir ku ev hêzên tevgera taybet in, bi deqeyan li pişta min xistin û li ser pişta min xwe hildavêtin. Di dema binçavkirinê de jî ez ji aliyê polîsan ve rastî îşkence û şîdetê hatim. Her çi qas min diyar kir ku ez rojnamevan im jî ji min re gotin ‘Em dizanin ku tu rojnamevan î û em jî li te digeriyan. Armanca me ev e û em jî vê armancê pêk tînin.’ Çek spartin serê min û karta çapemeniyê ya aîdî DÎHA'yê danîn ber serê min, çek spartin serê min û wêne girtin.”    Turfent anî ziman ku piştî bi saetan rastî îşkence û tundiyê hatiye, wî li wesayitek zirxî siwar kirine û birine Mîdûriyeta Polîsan a Wanê û tiştên li vir hatine serê wî wiha bi lêv kir: “Heya ku ez birim Şaxa TEM'ê ya WAnê jî tundî û îşkence ya polîsan di wesayita zirxî de berdewam kir. Min xwest ku ez bi parêzer, malbat û serdozger re hevditinê bikim. Lê mixabin ev daxwazên min hemû hatin redkirin û gotin min tenê armancan wan ev e ku min bibin Geverê.  Bi rastî min xwest ku hêj ez nebirîme Geverê, ew tehdîda li min dihat kirin û biryara kuştina der heqê min de ji bo ku bikeve fermîyetê ez binçav im û min bê serşûn nekin. Mixabin careke din ev daxwazên min hemû hatin taloqkirin. Dema ku yê min bibirana Geverê, parêzerên ku ji bo kesekî din hatin emniyetê hîn bûn ku ez li wir im.   XWESTIN KU SER ÎŞKENCEYÊ BINIXUMÎNIN   Piştî hevdîtina min a bi parêzeran re, min zanî ku ji ber ku pêvajoya binçavkirinê veguheriye prosedureke fermî, êdî nikarin tiştekî cuda pêk bînin. Dema min ji parêzeran pirsî yê min bibin ku derê, polîsan got bêyî rapora tenduristiyê ya ji nexweşxaneyê yê min rasterast bibin Geverê. Min ev rewş qebûl nekir û min israr xwe ya ku min bibin nexweşxaneyê domand. Daxwaza min a nexweşxaneyê piştî israr û nîqaşan hat qebûlkirin û ez birim nexweşxaneyê. Piştî ku ez çûm nexweşxaneyê, polîsek bi min re hat cem doktor û got, ‘Pêwîstî bi rapora tenduristiyê nîn e, li sîstemê bar neke.’ Min qebûl nekir, min ji doktor re got ku ez rojnameger im û ger muayeneyê neke ez ê giliyê wî bikim. Paşê doktor min muayene kir û rapora îşkenceyê da min.”    ‘POŞET XISTIN SERÊ MIN Û XWESTIN MI BIKUJIN’   Turfent diyar kir piştî rapora nexweşxaneyê wî birine Geverê û got ku dema wesayît gihîştiye herêma Gozaldereyê sekiniye û wiha domand: “Em li pê 3 seyarên zirxî ketin rê. Dema em gihîştin vê derê, wesayît sekinî û poşetekî reş xistin serê min. Destê min kelepçe kirin û min wisa peya kirin. Danê şevê bû, dinya tarî bûbû, ez birim binê çiyayekî. Dema poşet di serê min de bû, çendî ne zelal bû jî min polîsên li hemberî xwe didîtin. Bi rî bûn û kesine bejndirêj bûn. Dema ez birim binê çiya çend caran gule berdan hewayê. Li vir tim û tim digotin, ‘Em ê te bikujin.’ Nêzî 15 deqîqeyan di navbera xwe de nîqaş kirin û gelek telefon jî ji wan re dihat. Di telefona dawî de min digotin, ‘Temam baş e em ê Nedîm bibin Geverê.’ Di vê esnayê de çi qewimî ez nizanim, lê biryara xwe guherandin û ez li seyarê sîwar kirim û ber bi Geverê ve birim. Di rê de tiştekî balkêş hebû; polîsan bi têlefonên xwe nûçeyên ketibûn rojêvê dixwendin. Û nûçeya ku hatibû nivîsandin ‘Nedim li ku ye?’ û “Rojnameger Nedîm winda ye” hatibûn weşandin nîşanî min dan. Dema nîşanî min dan, min got 'baş e, êdî nikarin tiştekî bi min bikin. Haya gel hemû yê pê heye û buye rojev' û ez rehet bûm. Min wê demê ferq kir ku di mijarên wiha girîng de, bê rola medyaya sanal û avakirina raya giştî çi qas girîng e. Ez dema gihîştîm Geverê,  Rêveberê TEM'a Geverê ji min re got, ‘Ji ber te li ser me zexteke giran heye.’ Piştî îfadeya min ku rojekê dewam kir, ez li wir hatim girtin.”    PÊVAJOYA GIRTÎGEHÊ Û GIRTIYÊN NEXWEŞ   Turfent, behsa rojên li girtîgehê jî kir û rewşa girtiyên nexweş wiha ragihand: “Li girtîgehê hevalên me yên nexweş hebûn. Gelek hevalên me yên nexweş hene ku 25-30 sal in di girtîgehê de ne. Wekî mînak; li Girtîgeha Qereqoçanê girtiyekî nexweş heye ku di 45 saliya xwe de hatiye girtin û 30 sal cezayê xwe qedandiye, lê nayê berdan. Rewşa wî nebaş e, nikare bi tena serê xwe bijî. Nexweşiyên wî yên pir giran hene. Dema em li girtîgehan dinêrin hejmara girtiyên nexweş pir zêde ye. Dema ez girtiyên nexweş dibînim şerm dikim qala girtina xwe bikim. Îsal çend girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Pirsgirêka girtiyên nexweş ne siyasî, wijdanî ye. Ev rewşa heyî, şerma partiyên siyasî û desthilatê ye. Divê li ser rewşa girtiyên nexweş bê sekinandin. Beriya ez bikevim girtîgehê ev mijar di rojevê de bû, lê 7 sal derbas bû hê jî tu gav nehatine avêtin. Divê hemû endamên partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan vê rewşê binirxînin û xwerexnedayîna xwe bidin. Ji bo êdî tabût ji girtîgehan dernekevin, divê ji ber pêkanînên xwe rexneyê li xwe bigirin.”   GIRTINA ROJNAMEGERAN   Turfent da zanîn ku zextên li ser rojnamegeran zêdetir bûne û wiha got: “Beriya ez neketibûm girtîgehê zext û zordarî hebûn û ev pêkanîn wekî roja destpêkê hê jî didome. Berê dem bi dem hejmara rojnamegerên girtî kêm dibû, lê niha du qat zêde bûye. Tenê çend meh berê 25 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Pêvajoya hilbijartinê li pêşiya me ye, beriya vê pêvajoyê, desthilatdariya siyasî ji ber ku naxwaze deng û îmajeke cuda li herêmê derkeve, siyasetên bi vî rengî dimeşîne. Bi kurtasî hewl dide ku rêya xwe û eniya xwe paqij bike, naxwaze dengê gelê kurd û daxwazên wê were bihîstin. Divê hemû rojnamevanên muxalîf ên ku li ber kiryarên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad bêdeng dimînin, baş zanibin ku tiştên diqewimin wê weke bûmerangê vegerin û li wan jî bikevin. Dema ku dengê xebatkarên çapemeniya azad tê tepisandin, dozaj û çarçoveya çewisandinê jî gav bi gav mezin dibe û digihîje her kesên li Tirkiyeyê. Xebatkarên çapemeniyê yên di kanal û saziyên muxalefetê de dixebitin divê vê rewş û rastiyê di ber çavan re derbas bikin.”   ‘BÊDENGÎ JEHR E’   Turfent, bibîr xist ku bi sedan rojnameger niha di girtîgehan de ne û di dawiyê axaftina xwe de ev tişt bilêv kirin: “Ji bo hevalên me yên niha di gîrtîgehan de ne, divê hemû sazî û rêxistinên çapemeniyê demlidest bikevin nava liv û tevgerekê. Bi saya piştgiriya ji bo min hêzeke mezin bi dest kest, lê divê ev ne tene ji bo min, divê hîn bêtir ji bo hevalên me yên girtî bê kirin. Ez dixwazim ev cudakarî û newekhevî bi dawî bibe. Li gorî min şerm û xelet e ku bêdengiya li hemberî xebatkarên çapemeniya azad hê jî didome. Ev bêdengî hêzeke pir cuda dide desthilatdariya siyasî û bi awayekî xurttir ber bi kedkarên çapemeniya azad ve tê meşandin. Ji ber vê bêdengiyê roj bi roj polîtîkayên zext, tundî û bêdengiyê zêde dibin. Bêdengî jehr e. Pêwîst e bêdengî û jehra heyî ya li ser çapemeniya azad were tunekirin û ji holê bê rakirin. Di vî warî de pêwîst e hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên neteweyî û navneteweyî bi lezgînî tevbigerin û bi hemû rojnamevanên berxwedêr re hevkariyê bikin. Xebatkarên çapemeniyê yên ji bo hemû mafên mirovan têdikoşin divê destê xwe bidin hev û piştgiriyê mezin bikin. Ger em bixwazin van rojên reş ji holê rakin, divê rojek berî rojekê dev ji helwest û tevgerên xwe yên heyî berdin û têkoşînê mezin bikin.”