Li Yildirim ku yek ji kiryarên doza Mûsa Anter, ceza hat birîn 2022-12-06 09:02:17   ŞIRNEX - Li Hamît Yildirimê ku di doza Mûsa Anter de dihat darizandin û wekî endamekî JÎTEM'ê tê zanîn, bi sûcê "birîndarkirina bi qesdî" cezayê girtîgehê hat birîn.   Hamît Yildirim ê ku wekî endamekî JÎTEM'ê tê bilêvkirin û di sala 29'ê hezîrana 2012'an de wekî bersûcekî qetilkirina Mûsa Anter (Apê Musa) hatibû girtin û di hezîrana 2017’an de jî hatibû berdan, di meha sibata borî de Hamît Yildirim, ji ber meseleyekê li pismamê xwe Ekrem Yildirim xistibû û ew birîndar kiribû. Li ser vê yekê Ekrem Yildirim giliyê wî kiribû. Piştî vê giliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve der barê Hamît Yildirim de îdianame amade kiribû.    Di danişîna biryardayînê ya li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hat lidarxistin de, dadgehê cezayê girtîgehê li Yildirimê birî. Doza Yildirim ji aliyê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz ve hat şopandin.    SÛCE XWE AVÊT STÛYÊ KESEKÊ DIN   Sêyemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hat lidarxistin. Di danişîna biryardayînê de şahid hatin guhdarkirin. Yildirim, di danişînê de tiştên pê tê sûcdarkirin red kir û sûc xist stûyê kesekî din û doza beraeta xwe kir.   'ZIRAREKE MEZIN DA MIN'   Piştre Ekrem Yildirim ê ku giliyê Hamît Yildirim kiribû, hat guhdarîkirin.Yildirim da zanîn ku tu pirsgirêkeke wî ya şexsî bi Yildirim re nîne û wiha got: “Pirsgirêkeke min a şexsî bi wî re nîn e. Lê belê di navbera wî û bavê min de ji berdeynan meseleyek heye. Roja bûyerê em li mala Nadir Şanli civiyan û li ser vê mijarê axivîn. Dema em li wir diaxivîn, munaqeşe çêbû. Minaqeşe veguherî pêvçûnekê. Hamît Yildirim sehpaya plastîk avêt rûyê min û ez ji çavê xwe û pozê xwe birîndar bûm. Wekî ku Hamît Yildirim ragihandiye, ne pêkan e ku Mehmet Yildirim sehpayê biavêje min. Ji ber ku di dema bûyerê de Mehmet li pişt min bû. Bersûc sehpa girt û avêt serçavê min. Ji ber tedawiyê di warê aborî de zirar gihaştiye min. Lê ez niha nizanim çi qas zirar gihaştiye min. Ez ê fatûre û belgeyan pêşkêşî dadgehê bikim. Ez giliyê wî dikim û ez dixwazim tevlî dozê bibim."   Piştî guhdarîkirina şahidan, mutaalaya ku hatibû amadekirin hat xwendin. Di mutaalayê de hat gotin ku bersûc bi sehpaya plastîk Ekrem Yildirim birîndar kiriye û di rapora dawî ya Ekrem Yildirim de jî ji ber birîndarbûnê şopeke mayînde li ser rûyê wî maye û ji vê jî diyar e ku Hamît Yildirim ev yek kiriye. Dozger di mutalaayê de xwest Hamît Yildirim bê cezkairin.   Piştî mutalaayê dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hamît Yildirim birî.