Li Nisêbînê jinek bi çekê giran birîndar bû 2022-12-06 08:24:31   MÊRDÎN - Jineke ku li Nisêbînê bi guleyeke bi serê wê ketî giran birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.    Jina bi navê Nûrşîn T. a li Taxa Elîka ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijî, bi awayekî gule bi serê wê ketî rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî ku dengê çekê hat li ser agahdarkirina cîranan tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate hînbûn ku Nûrşîn T. a ji aliyê çepê ve gule bi serê wê ketiye rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî ku hat fêmkirin rewşa wê giran e rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Tedawiya Nûrşîn T. a tê îdiakirin întîhar kiriye berdewam dike. Hate hînbûn ku têkildarî bûyerê birayê wê hatiye binçavkirin.