Bûldanê eşkere kir ku dê berendama wan a serokkomartiyê jin be 2022-12-05 17:58:41   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldanê ji bo serokkomartiyê îşaret bi berendameke jin kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê li Desteya Giştî ya Meclîsê di dema hevdîtinên Pêşniyaza Qanûna Budçeya Navendî de ji bo serokkomartiyê îşaret bi berendameke jin kir.    Bûldanê daxuyand ku dê di hilbijartinên serokkomartiyê de berendama wan jin be. Bûldanê wiha got: "Modela me ya hevserokatiyê ji bo jinan bû destkeftiyeke dîrokî. Niha jî dem dema mezinkirina armancê ye. Ger hûn di sedsala duduyan a komarê de dixwazin jinek bibe serokkomar be, tekane partiya ku ji heq vê derkeve partiya jinan HDP û tifaqa jinan e."