HSD: 51 gund, mezra û navendên bajarokan hatin bombebarankirin 2022-12-05 16:40:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên di 4’ê kanûnê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kir. HSD’ê da zanîn ku di êrişan de 51 gund, mezra û navendên bajarokan hatine bombebarankirin.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 4'ê kanûnê ya êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku di roja 15’emîn a êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, zêdetirî 51 gund, mezra û navendên bajarokan bi obus, tank û doçkayan hate bombebarkirin. Bi domdarî HSD’ê destnîşan kir ku hêzên wan hewldaneke êrişa bejahî ya artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê têk biriye.    Encamên êrişên dewleta tirk ên ji saetên dawîn ên roja 3'yê kanûnê û roja 4’ê kanûnê wiha ne:    “ÊRIŞÊN DI 3’YÊ KANÛNÊ DE   HERÊMA FIRATÊ   Kobanê: Gundên Koran, Ziyaret û Cîşanê 5 caran bi obusan hatin topbarankirin.   Girê Spî: Gundên Sileybî, Şorbenîsk, Qizelî û Seyda bi obus û hewanan hatin topbarankirin.   Tirwaziye: Bejahiyên bajarokên Tirwaziye û El Kenteriyê 14 caran bi obusan hatin topbarankirin.   ÊRIŞÊN DI 4’Ê KANÛNÊ DE   HERÊMA EFRÎNÊ   * Gundên Hirbil, Samuqa, Şêx Îsa, Aqibê, Bênê, Meyasê, Malikiye, Şewarxa, Îrşadiye, Soxanekê û Bendava Şehbayê 23 caran bi obusan, 25 caran bi hewanan û 4 caran jî bi tankan hatin topbarankirin.   HERÊMA CIZÎRÊ   Til Temir: Gundên Um El Kêf, Gozeliyê, Til Şenan, Til Cuma, Dirdara, Tewîla û Til Lebenê 33 caran bi obusan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.   * Çeteyên dagirker hewldan ku ji milê depoya genim a li Um El Kêf êrişê bikin. Ev hewldana wan hat têkbirin.   Zirgan: Gundên Esediye, Dada Ebdal, Bobî, Mihermila, Til El Werd, Rabîat û bajaroka Zirganê 30 caran bi obusan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.   * Li hemberî van êrişan, hêzên me di heman wextê de bersiv dan.   HERÊMA FIRATÊ   Kobanê: Gundên Zormixar û Ziyaretê 3 caran bi hewanan, carekê jî bi obusan hatin topbarankirin.   Girê Spî: Gundên Hoşan, Til Xan û Seyda bi obus û hawanan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.   Eyn Îsa:  Gundê Siwêdiyeyê 2 caran bi obusan hat topbarankirin.   Minbic:  Gundên Ereb Hesen, Korheyuk, El Cat, Qeb El Binya, Hoşeriye, Qirt Wêran û Kawiklî 10 caran bi hewanan, 4 caran jî bi obusan hatin topbarankirin.   Tirwaziye: Bejahiya bajarokê Um El Beramîl bi obusan hat topbarankirin û bi doçkayan hate gulebarankirin."