Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe 2022-12-05 16:29:38   RIHA - Cîgirê Serokê Baroya Sêrtê Serhat Sîzer çû serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar û da zanîn ku dê weke baroyê mudaxilî dosyaya dozê bibin.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 637’an de berdewam kir. Baroya Sêrtê îro bi mebesta piştevaniya bi malbatê re tev li nobetê bû.    ‘EDALET PÊDIVIYA HERÎ BINGEHÎN A MIROVAN E’   Cîgirê Serokê Baroya Sêrtê parêzer Serhat Sîzer û endamê Lijneya Rêveber Mehmet Mûstafa Kizilay li pêşiya edliyeyê malbat ziyaret kir û derheqê dosyayê de agahî standin. Piştre jî Serhat Sîzer daxuyaniyeke kin da û wiha got: “Em, ji bo ku tev li danişîna Komkujiya Pirsûsê bibin hatibûn vê derê. Em, li Kampusa Girtîgeha Curnê Reş tev li danişînê bûn. Em dibin şahid ku heman derhiqûqtiyên di wê dosyayê de, di dosyaya Malbata Şenyaşar de jî hene. Tekane daxwazeke malbatê heye; ew jî edalet e. Weke parêzerên Baroya Sêrtê em amade ne ku di vê mijarê de tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin. Weke Baroya Sêrtê em ê mudaxilî vê dosyayê bibin.”    Bi domdarî Sîzer bal kişand ser Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar û ev tişt anî ziman: “Cihê xemgîniyeke mezin e ku dayikek ewqas roj li ber deriyê edliyeyê daxwaza edaletê bike. Em hatine asteke wisa ku êdî ji xwe şerm dikin. Ji ber ku edalet, pêdiviya herî bingehîn a mirovan e. Dema mirov daxwaza vê pêdiviyê dike, divê rastî zehmetiyê bi vî rengî neyê.”