Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da 2022-12-05 15:35:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da.    Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da. Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku şaneyeke terorîst mayinek di erebeya karmendên saziya perwerdeyê de bi cih kiribû û di encama teqînê de ajokarê erebeyê birîndar bûye.   Di daxuyaniya ku li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate weşandin de, ev agahî hatin parvekirin: "Îro (5'ê kanûnê) saet di 08:00'an de bi mayinekê erebeyek hat hedefgirtin. Şaneyeke terorîst mayinek di erebeya veguhastina mamoste û karmendên saziya perwerdeyê de bi cih kiribû. Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn û ajokarê erebeyê birîndar bû. Ajokar tavilê rakirin nexweşxaneyê da ku were dermankirin. Hêzên me demildest dest bi lêpirsînkirina vê kiryara terorîst kir da ku sucdaran sewqî edaletê bike. Dewleta tirk a dagirker bi têkbirina ewlehî û îstiqrara welatiyan, koçberkirina wan û hedefkirina saziyên xizmetguzariyê û yên sivîl sînordar nema û şaneyên terorîst belav dike da ku sûcan li dijî gelê me pêk bîne."