DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest 2022-12-05 15:07:01   STENBOL - DMME’yê têkildarî girtina Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îhsan Yaşar û edîtorê rojnameyê Mehmet Alî Çelebî ji Tirkiyeyê parastin xwest.    Di 28’ê adara 2018’an de piştî qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bû, di 8’ê tîrmeha 2018’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameyê Îhsan Yaşar û edîtorê rojnameyê Mehmet Alî Çelebî jî di nav de 6 rojnamevan hatin girtin, derbarê 14 kesan de jî doz hate vekirin.    Di danişîna doza li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin de ji bo Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Mizgîn Pendîk biryara beraetê hate dayîn. Bi sûcdariya “alîkariya ji rêxistinê re” li Hicran Urun, Reyhan Hacioglû û Îshak Yasûl 3 sal û 15 roj, her wiha li Yasûl ji “propagandaya rêxistinê” jî salek û 6 meh û 22 roj, li Mehmet Alî Çelebî bi îdiaya “alîkariya ji rêxistinê re” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. Li Îhsan Yaşar jî “ji ber peydakirina çekê” 10 meh cezayê hefsê hate birîn.    Di çarçoveya doza ku hemû rojnamevan negirtî tên darizandin de piştî biryar li îstînafê hate xerakirin, rojnamevan jinûve tên darizandin.    DMME’YÊ PARASTIN XWEST   Serlêdana ku parêzeran a têkildarî girtina Çelebî û Yaşar li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû, hate qebûlkirin. DMME’yê derbarê girtin, berdewama girtin û azadiya raman a Yaşar û Çelebî de ji Tirkiyeyê parastin xwest. Dadgehê her wiha pirsa ka têkildarî xala 18’an azadiya raman û girtina serlêderan hatiye binpêkirin an na pirsî.