Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel 2022-12-05 13:51:46   RIHA - Ferît Şenyaşar ê di roja 637’emîn a Nobeta Edaletê de axivî, wiha got: “Kesên dixwazin bibin desthilat heta ku vê dayikê nebinin nikarin derkevin nava gel.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 637’emîn de berdewam dike.    ‘KESÊN DIXWAZIN BIBIN DESTHILAT DIVÊ TÊKOŞÎNA EDALETÊ BIBÎNIN’   Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re li ber deriyê edliyeyê nobeta xwe didomîne wiha got: “Nobeta me ya ji bo edaletê me daye destpêkirin berdewam dike. Serokkomar Erdogan hate Rihayê lê tevî ku ji têkoşîna vê dayikê agahdar e jî di vê mijarê de ne erênî ne neyînî neaxivî. Kesên dixwazin bibin desthilat divê vê têkoşîna dayikê bibînin. Daxwaza dayikê edalet e. Hemû gerdûn li ser edaletê hatiye avakirin. Em jî heta ku edalet pêk neyê em ê ji ber deriyê qesrê neçin. Kesên ku dixwazin bibin desthilat heta ku vê dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel.”