Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin 2022-12-05 11:52:14   MÊRDÎN - Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi hinceta “ewlehiya” Serokatiya Bajar a MHP’ê rêya astengdaran hat dagirkirin.    Li ser Cadeya Mehtap a navçeya Artuklu ya Mêrdînê ji bo astengdarên çav di hatin û çûnê de zehmetiyan nekêşin, li ser rêyan bantên zer hatibû kişandin. Lê ev bant bi çêkirina qulûbeya polîsan hat dagirkirin. Bi hinceta “ewlehiya” Serokatiya Bajar a MHP’ê ev qulûbe li pêşiya avahî hatiye çêkirin. Ji ber çêkirina vê qulûbeyê, beşeke rêya astengdaran hat dagirkirin.    Balkêşe ku beşeke darên li beşa şerîda bo astengdaran jî hatin birîn. Welatiyên ku çav bi vê qulûbeya li ser rêya astengdaran ketin, şaş man.