Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e 2022-12-05 10:25:33   ENQERE - Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek ragihand ku hucreya lê tê ragirtin 24 saetan bi kamerayê tê şopandin û wiha got: “Ji odeya min behna qenalîzasyonê tê, ritûbet heye. Ez nikarim rast û dirust bêhnê bigirim. Heke tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e.”   Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî binpêkirinên mafan û şertên tecrîda giran li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê di 4’ê cotmehê de hatibû destpêkirin ji 16’ê mijdarê ve bi awayekî bêdem û bidorveger berdewam dike. Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek ku hevalên wî nehiştiye ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bikeve çalakiya greva birçîbûnê, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan vegotin. Ustek ê di sala 2012’an de li navçeya Qereyaziya Erziromê hate girtin, bi hincetên siyasî cezayê hefsê yê muebbetê lê hate birîn. Ustek, piştî 5 salan li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hate girtin, sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Wanê, beriya 2 mehan jî ji wir sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê hate kirin.    DIVÊ EMELIYAT BIBE    Ustek, ê nexweşiya dil, migrên û nexweşiyên çavan pê re hene, beriya were girtin ji çavê xwe emeliyata katarakt bûye. Ustek, anî ziman ku ji ber dema di girtigehê de nekarî birêkûpêk biçe kontrolên li nexweşxaneyê divê dîsa emeliyat bibe û da zanîn ku rîska ku çavekî xwe winda bike heye.  Ustek ê li girtîgehê krîza dil derbas kir, di nava fikaran de ye ku ev yek dubare bibe.    JANA DIL ZÊDE BÛ    Ustek, anî ziman ku roja anîne Konyayê vir ve nerehetiya wî zêde dibe û ji ber sînordarkirina saetên hewadariyê û ritubeta hucreyê jana dilê wî zêde dibe. Ustek ê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, diyar kir ku ji ber di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de “nîzama leşkerî” tê ferzkirin û vê yekê qebûl nake, nikare biçe nexweşxaneyê. Ustek, bi lêv kir ku heke binpêkirinên mafan berdewam bikin wê ew bi xwe jî bikeve çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Heke tiştek bi serê me were, girtîgeh berpirsyar e.”   ‘ZILM Û ÎŞKENCE HEYE’   Ustek, da zanîn ku di rojên dawî de hinek hatibe sererastkirin jî gelek kêm xwarin didin wan û wiha berdewam kir: “Liv ir zilm û îşkenceyeke mezin heye. Roja ku em hatine vir ve di hucreyan de dimînin. Em terkî mirinê hatine kirin. Hevalê me Memed seqet e rapora wî ya ‘nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne’ heye lê dîsa di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Dema me dibin bijîşk nîzama leşkerî tê ferzkirin. Em jî van qebûl nakin, li ber xwe didin. Lê îşkenceyeke mezin heye. Li herkesê zextan dikin.”   24 SAETAN DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE ME    Ustek, anî ziman ku dema hewadarkirinê ku divê saetek be her carê tê kêmkirin û hema bêje daxistine nîv saetê û herî dawî ev agahî parve kirin: “Li hucreya yek kesî ku lê dimînim kamera heye. 24 saetan di bin çavdêriyê de me. Ji odeya min bêhna qenalîzasyonê tê. Ritûbet heye. Ez nikarim rast û dirust bêhnê bigirim. Em di bin îşkenceyeke mezin de ne. Em daxwazên xwe radigihînin. Lê kesên guhdar bikin nînin.”