Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê 2022-12-05 10:19:23   AMED - Cîhan Ozyildiz ku piştî 30 salan duh ji Girtîgeha Tîpa T a Menemenê hatibû berdan, îro hate Amedê. Ozyildiz, li balafirgeha Amedê bi çepikan hat pêşwazîkirin.    Nivîskar Cîhan Ozyildiz di sala 1992’yan de li navçeya Licê ya Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Ozyildiz ku li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û bi îdiayên “xerabkirina yekitî û yekparetiya welêt” û “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê (36 sal) lê hat birîn. Ozyildiz, piştî 30 salan hate berdan. Ozyildiz li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Menemenê ji hêla xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin.    Ozyildiz, îro di danê sibehê de hate Amedê û li balafirgehê ji hêla malbata xwe û endam û rêveberên Piştgirî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) ya Amedê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. Ozyildiz, li ber deriye malê jî ji hêla xwarziya xwe Rojda Perîşan ku ew jî 30 salan di girtîgehê de mabû ve hat pêşwazîkirin.    Ozyildiz, li malê axivî û wiha got: “Beriya 30 salan li Licê hatim girtin. Erê ez îro ji girtîgehê derketim lê niha di girtîgeheke vekirî de me. Ferqa vê derê ji girtîgehê nîne. Gotin bi têrî vegotina van hestan nakin.”    LI GELEK GIRTÎGEHAN HAT SIRGÛNKIRIN   Ozyildiz, di 24 saliya xwe de hatibû girtin û di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Di pêvajoya girtîgehê de Ozyildiz li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Ordu, Trabzon, Sîncan, Kirikkale, Çewlik, Êlih û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa T a Menemen a Îzmîrê ma.    2 PIRTÛK NIVÎSANDIN    Di vê pêvajoyê de Ozyildiz bi navên “Di Navbera Du Şerên Cîhanê de Talana Kurdan (İki Cihan Harbi Arasında Kürt Vurgunu) û Pêxemberê Fîlozof Zerdeş (Filozof Peygamber Zerdeşt) nivîsandin.