Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne 2022-12-05 09:40:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya L’Humanite ku li Fransayê weşanê dike, di hejmara xwe ya dawî de cih da êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bi kar tîne.    Rojnameya L’Humanite ya Fransayê di hejmara xwe ya dawî de cih da bikaranîna çekên kîmyewî ku ji hêla Tirkiyeyê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê bi kar tîne. Rojnameyê, mijara çekên kîmyewî di manşeta xwe de dît. Rojnameya ku wêneyeke ji dîmenên li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatine weşandin girtî, dîmenên heyî bi pisporan da şîrovekirin. Dr. Jan van Aken ku bi L’Humanite’yê re axivî wiha got: “Ev dîmen nîşan didin ku pirsgirêkeke bi qasî ku bibe mijara rapirsînê li holê heye.”    Dr. Beppe Josef Savary-Borioli jî ev tişt anî ziman: “Nepêkane ku mirov tenê li gorî dîmenan teşhîsekê bike. Lê belê dema ku min dîmen dît, madeya ku hate bîra min M-CPP bû. (…) Ev made mîna ku bi vê şervana dikene re cara dibe sedema ken, carna jî kabûsê. Dema bi asteke bilind de tê bikaranîn, mîna ku bi vê şervana dîmenê wê hatiye kişandin re dibe sedema tabloyeke klînîkê: koma, hiperventilasyon, kramp, nobedên epîleptîk. Dema pir zêde hate bikaranîn jî dibe sedema mirinê, mirineke gelekî biêş."   ASTENGKIRINA ŞANDEYAN   Rojnameyê di nûçeyê de her wiha cih da rapora IPPNW ku piştî serdana başûrê Kurdistanê amade kir. Di nûçeyê de hate ragihandin ku destûr ji heyeta IPPNW re nehatiye dayîn ku xwe bigihîne herêmên bombebaran lê hatiye kirin, hevdîtinê bi kesên ku madeyên kîmyewî bandor li wan kiriye û hate destnîşankirin ku dane ji ber vê yekê nekarîne bêne lêkolînkirin.   ‘JI BO LÊPIRSÎNÊ BI TÊRA XWE DELÎL HENE’   Dr. Beppe Savary-Borioli têkildarî mijara lêpirsîneke gengaz axivî û wiha got: "Ji bo dewletek di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de yan jî bi erka Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî daxwaza lêpirsîneke fermî bixwaze, bi têra xwe delîl hene."   Di nûçeyê de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê banga ji bo lêpirsîneke serbixwe jî hinceta girtinê ye û girtina Şebnem Korûr Fîncanci hate bibîrxistin.   CIH DA SICÎLA DEWLETA TIRK   L'Humanite her wiha cih da sicîla dewleta tirk a têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û diyar kir ku li Serêkaniyê qurbanekî şer kete bi bandora bikaranîna fosfor a spî, Hûlûsî Akar jî li xwe mikur hat ku li hemberî gerîlayên HPG'ê bombeyên gazê yên çavan dişewitîne bi kar anîne.