Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin 2022-12-05 09:39:39   STENBOL - Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir, duh sewqî edliyeyê hate kirin. Tat li edliyeyê  hate girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê.    Penaberê kurd Mahmût Tat ku di sala 2015’an de li Dêrsimê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû, radestî dewleta tirk hate kirin. Tat ê di 22’yê mijdarê de li Swêdê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, biribûn Molndalê. Tat ê li vir di bin çavan de dihate ragirtin di 2’yê kanûnê de anîn Tirkiyeyê.    Tat ê li Miduriyeta Şaxa Polîsan a li Balafirgeha Stenbolê dihat ragirtin, piştî kirariyên wî yên li miduriyeta polîsan xelas bûn, sewqî Dadgeha Gazîosmanpaşayê hate kirin.    Tat ê cezayê wî yê hefsê yê hatibû pejirandin weke hincet hate nîşandan, piştî kirariyên wî yên li edliyeyê hate girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê.