Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin 2022-12-04 21:18:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi mûşekên katyûşê li Baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li navçeya Başîka ya Mûsilê hat xistin.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro bi mûşekên katyûşê êrişî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li navçeya Başîka ya Mûsilê hatiye kirin. Têkildarî kuştî û birîndaran agahî nehatin bidestxistin.   Duh jî bi mûşekan êrişî heman baregehê hatibû kirin û Tûgaya Ehrar El-Iraq a Hêzên Berevaniya Îslamî berpirsyariya êrişê girtibûn ser xwe.