Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan 2018-03-26 17:41:25 STENBOL – Li Stenbolê ji 9 kesên rojek beriya Newrozê hatibûn binçavkirin 8 kes hatin berdan û kesek hat girtin.  Li Stenbolê rojek beriya Newrozê polîsan bi ser gelek malan de girtibû û gelek kes binçav kiribû. Ji 9 kesên binçavkirî yên derxistin dadgehê, 8 kes hatin berdan û Harun Eser bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin.