Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat 2018-03-26 16:49:26 STENBOL – Li dijî avahiya Rêxistina DBP’ê ya navçeya Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat. Hevserokê DBP’a Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî got ku ev bêtehamuliya li dijî beşdariya Newrozê ye.  Avahiya rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Başakeşhîra Stenbolê rastî êrîşa çekdarî ya kes ango kesên nasnameya wan ne diyar hat. Êrîş duh bi şev qewimî. Dema serê sibê rêveberên DBP’ê çûn avahiyê bûyerê ferq nekirin û di saetên nîvro de bi rakirina perdeyê re ferq kirin ku gule li camê ketine. Sê qalikên guleyan li avahiya DBP’ê hat dîtin. Hat zanîn ku gule li avahiya qata HDP’ê lê ye neketine.    Rêveberê HDP’a Başakşehîrê Saadettîn Adar diyar kir ku tu kesî êrîşkaran nedîtiye û got: “3 dest gule berdan e. Cam şikestine. Qalikên guleyan hêj li hundir in û disekinin.”    Rêveberê HDP’a Başakşehîrê Murat Şahîn destnîşan kir ku ji bo wan tewanbarkarên ewilîn polîs in û got: “Em nizanin em ê kî ji kî re gilî bikin.”    Hevserokê DBP’a Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî got ku ev bêtehamuliya li dijî beşdariya Newrozê ye û dê li hember van êrîşan serî netewînin.