Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata 2018-03-26 16:46:35 RIHA – Bersûcê komkujiya Pirsûsê Polîs Ali Koçak yê bi sedema "erka xwe xerab pêk anî" hat darizandin, diyar kir ku ger lêgerîn hatibuya kirin dê xwekuj hatibûya girtin û dê komkujî pêk nehatibûya.  Danîşîna doza polîsên bersûc Alî Koçak û Ahmet Oguz Davarcî yên ji kuştina 33 ciwanên sosyalîst ên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê hatin şutin tên darizandin, li Dadgeha Asliye Ceza ya Pirsûsê hat dîtin. Polîs Alî Koçak ê ji ber "Erka xwe xerab pêk anîye" tê darizandin, ji Girtîgeha Kirşehirê bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Polis Ahmet Oguz Davarci jî dev li danişînê nebû. Malbatên Mexdûr û parêzerên wan Can Tombul û Tugçe Gulludag tev li danişînê bûn. Di danişînê de îfadeya Ahmet Oguz Davarci ya nivîskî ji aliyê hekîm ve hat xwendin. Danişîna dozê bi parastina Alî Koçak berdewam kir. Koçak, diyar kir ku li Pirsûsê wekî amîrê koma istîxbaratê peywir dikiri û wiha got: "Berî bûyerê min der barê organîsazyonê de agahî da midûran. Hêzên fîzîkî û maşîneyên zirxî li ku rawestin ew li dervê erka min e. Di îstîxbaratêde tabîra kesê hedef heye. Her kes li qada xwe ji kesên hedef berpirsiyar e. Diviya bû midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Semsûrê der barê bombeya zindî de xebat kiribûya û em agahdar kiribûna. Ji Semsûrê der barê Şeyh Abdurrahman Alagoz ê winda ku dişibe terorê de agahî hat. Lê tu agahiyên cuda tunebûn. Ger ku hatibûya gotin dibe bombeya zindî ye me dê tedbîr girtibûya.    GER LÊGERÎN HATIBUYA KIRIN DÊ KOMKUJÎ NEBÛYA   Koçak, anî ziman ku ger li ber Navenda Çanda Amara lêgrînek asayî hatibûya kirin dê xwekujê bombeyî hatibûya girtin û wiha got: "Mer ku min ew kesê bi bombeyî dîtibûya min dê ji êlekêwî yê nepoxî fêm kiribûya. Bêyî li ser wî lêgerîn bikim min dê dîrek gule berdaya serê wî û ew bikuştaya. Ez baş nizanim tedbîr hatiye girtin ya na. Ez li gorî erka xwe peywira xwedikim. Ez dixwazim bêm berdan.    ‘EM DÊ DEST JI DOZÊ BERNEDIM'    Sultan Yildiz ê di bûyerê he hevserê xwe winda kir û wiha got: "Ez dixwazim hemû rayedarên cemaweriyê bên darizandin û cezakirin. 32 roj berê ev kes hatiye Pirsûsê. Çawa agahiya polisan jê çênabe. Piştû bûyerê jî bombeya gazê davêjin ser kuştiyan. Em pêşiya vê dozê berdan.    Mehmet Ozkan ê di bûyerê de kurê xwe winda kir jî diyar kir ku di bûyerê de Wezîrê Karê Hundir û Serokwezîrê wê demê jî berpirsiyarê vê yekê ne û xwest ew jî bên darizandin.    Parêzerê mexdûran Can Tombul, jî xwest bersuc girtî bên darizandin. Prz. Tugçe Gulludag jî anî ziman ku ne tenê bersûc rayedarên dewletê jî berpirsiyar in.    Heyeta dadgehê doz taloqî 21'ê Îlonê kir.