Dozger mutalaa Soma yê da 2018-03-26 16:45:54 MANîSA - Di Doza Somayê de dozger piştî 3 salan mutalaa da û ji 7 kesan re her yekê 22.5 sal cezayê girtîgehê birî. Parêzeran, diyar kir ku ji bo berdana 33 kesan, girtina xwedîyê kana komirê Alp Gurkan û endamê lijneya rêveber a kana komirê Mustafa Yîgît dozger “cikûs” nêz bû. Dozgerê doza navçeya Soma ya Manisayê ku di 13'ê Gulana 2014’an di Kana Komirê de hezan çê bûbû û 301 karkerên jiyana xwe ji dest da de mütalaa da. Di dozê de 5 jê girtî 51 kesên ji mirina 301 karkerên Soma berpirsiyar hatin darizandin. Dozger ji bo xwediyê kanê Alp Gurkan, Can Gurkan, midûrê giştî Ramazan Dogru, endamên lijneya rêveberiyê Akin Çelîk, Hayrî Kebapçilar, Mustafa Yigit û Îsmaîl Adali bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştin” û “Bi zanebûn birîndar kirin” ji her yekê re 22 sal û 6 meha  cezayê girtîgehê xwest. Dozger ji bo patron Alp Gurkan û endamê lijneya rêveberiya  kanê Mustafa Yîgît biryara girtinê da.    Dozger di mutalaayê de, biryara  beraata 33 kesan da û derbarê 11 kesên din de jî bi sûcariya “Bizanebûn ji yekê zêdetir mirov kuştin û birîndar kirin” 15 sal cezayê girtîgehê xwest.    Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçû daxuyanî da û got dê şopdarê dozê bin.    Danişîn piştî navberê berdewam dike.   CEZAYÊN HATIN XWESTIN    Di îdîanemyê de ji bo 5 jê girtî 8 kesan bi sûcdariya “Bizanebûn kuştin” 301 caran 20 û  25 sal cezayê girtîgehê, bi sûcdariya “Bizanebûn birîndar kirin” 162 car 2 û 6 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Têkildarî 45 kesan de jî, bi sûcdariya “Bi zanebûn mirov kuştin û birîndar kirin” 2 sal û 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.