Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin 2018-03-26 16:30:03 STENBOL – Li Jimara 2’an a Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bi têlên rêsayî ser hewşa qawîşê dan girtin. Girtiyan li dijî vê pêkanînê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bidem û dorveger kirin.  Li Jimara 2’an a Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ser hewşên qawîşên girtiyên siyasî bi têlên rêsayî girtin. Hemû girtiyên li girtîgehê yên ji doza PKK’ê bi armanca şermezarkirina pêkanînê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin.    Li aliyê din girtî Nevzat Yagiz ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê sewqî Jimara 1’an a Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatibû kirin. Ji roja sewq kirin e heta îro di hucreya yek kesî de dimîne. Li şûna tevahiya rojê Yagiz hewa bistîne, lê rojê saetekê wî ji bo bêhn vedanê derdixin.    Rayedarên girtîgehê diyar kir ku ew nikarin bersiv bidin geşedanên der barê Yagiz û tenê dozger dikare agahî bide.