Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin 2018-03-26 15:26:19 ŞIRNEX – Lutfiye Duymak a li Cizîrê di serdegirtinên malan a 20’ê Adarê de hat biçavkirin, bi hinceta şahid der barê wê de îfade daye hat girtin. Hevjînê Duymak Mahmut Duymak, li Cizîrê piştî 79 roj qedexeya derketina derve di jêrzemînê de hatibû şewitandin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê Komarê ya Şirnexê de polîsan di 20’ê Adarê de li Cizîrê Lutfiye Duymak binçav kirin. Duymak piştî lêpirsîna wê ya li Midûryeta Polîsan ew sewqî edliya navçeyê kirin.  Duymak bi pergala SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Şirmexê.    Dozger piştî îfadeya Duymak girt, bi hinceta îfadeyên şahid ên derbarê wê de heyîn, pirtûka li mala wê hatî dîtin û di dema qedeyên derve de roportajên dayîn, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.  Dadgehê jî bi heman sûcdarî û hincetan biryara girtinê derbarê Duymak de da. Duymak şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.   Hevjînê Duymak Mahmut Duymak li Cizîrê di 14’ê Kanûna 2015’an de, piştî qedexeya 79 rojan di bodroma malekê de bi gelek kesan re hatibû şewitandin û jiyana xwe ji dest dabû.