Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan 2018-03-26 14:38:52 ÎZMÎR - Li Îzmirê malbatên 14 xwendekarên Kovara Kaldiraçê ên 20'ê Adarê hatin binçavkirin, li ÎHD'ê daxuyanî dan û xwestin zarokên wan serbest bên berdan.  Malbatên xwendekarên Kovara Kaldiraçê yên zarokên wan di 20'ê Adarê de li Îzmirê hatin binçavkirin, ji bo zarokên wan bên berdan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê civîna çapemeniyêk pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de nûnerên HDP, ESP, ÇHD, Kolektifa Muzîkê ya Praksîsê û rêveberên ÎHD'ê Amade bûn. Li salona ÎHDê pankarta “Bi zext û binçavkirinan pergal nayê avakirin" û “Bila kesên hatine binçavkirin bi lez bên berdan" vekirin. Li ser navê malbatan û xwînerê Kovara Kaldiraçê Mert Ismik daxuyanî xwend. Ismîk anî ziman ku di demen dawî de kesên muxalif bi keyfî ten binçavkirin  û zext zêde bûne û wiha got: "Sînorê erka ku pergala OHAL'ê daye wan jî derbas dikin û bi keyfî dixwazin kesên muxalif teslîm bigirin. Di 20'ê Adarê de xwînerê Kovara Kaldiraçê hatin binçavkirin û kovara Kaldiraçê wekî dijzagonî nişan didin. Em dixwazin xwînerên me serbest bên berdan."    Bavê Alî Eroglu Cafer Eroglu jî diyar kir ku malbat li pişt têkoşîna zarokên xwe nin û zarokên wan bi awayekî dijîhiqûqî hatine binçavkirin. Dayika Begum Ateş Gonul Ateş jî diyar kir ku bi armanca zarokên wan tev li Newrozê nebin hatin binçavkirin û wiha got: "Zarokên me bi awayekî keyfî hatine binçavkirin. Em dixwazin 14 kesên hatin binçavkirin bi lezgîn serbest bên berdan."