Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir? 2018-03-26 13:29:42 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Efrînê Erdogan Til Rifat jî anî rojevê û bênavber sînyala operasyonê dide. Li Til Rifatê leşkerên Rûsya û rejîmê jî hene. Pirsa dê ji bo Til Rifat jî wek Efrînê “erêkirin” derkeve li bersivê digere. Derket holê ku rayedarên Rûsya û Tirkiyeyê li Kifir Neyê “Civîna Til Rifat” li dar xistine.  Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan di kongreya partiya xwe ya Trabzonê de axivîbû û gotibû “Em ê di demek kurt de Til Rifat jî bixin bin kontrolê û operasyonê bigîhînin armanca wê.” Piştî daxuyaniya Erdogan awir zivirîn ser Kantona Şehbayê ya Bakûrê Sûriyeyê.    POZÎSYONA ERDNÎGARΠ   Şehbal i rojavayê Bakûrê Sûriyeyê cihekî kurdan e û herêma Çemê Firatê ya di navbera Kobanê û Efrînê de digîhîne hev. Şehba berê girêdayî Helebê bû. Seranserî sînorê Tirkiyeyê û Bakûrê Sûriyeyê ji herêma Şehba ku Cerablus, El Raî û Ezaz têde ne pêk tê. Minbic li başûrê Cerablûsê ye, li başûrê El Bab û El Raî ye. Cihên mîna Til Rifat, Mare û Exterîn jî li başûrê Ezazê ne.    NAVENDA NETEW Û BAWERIYAN    Li herêma Şehbayê ereb, kurd, tirkmen, çerkez, ermenî û komên baweriyên cuda bi hev re dijîn.    XELEKA KEVANÊ    Liv ê herêmê demek polîtîkaya “Kevana ereban” a Partiya Baasê li vir xistibû meriyetê. Di destpêka avabûna Sûriyeyê de kurd nêrîna otonomî û federasyonê diparêz in. Her wiha li gel vê polîtîkaya “Kevana ereban” yek ji cihek din ku polîtîkaya “Kevana ereban” lê hebû Girê Spî ya di navbera Cizîrê û Kobanê de ye.    Di serdema Kevana ereban de gundên hejmara wan di navbera 200-250’an de diguhere li Şehbayê hebûn û gundên nû li van gundan zêde kirin û nifûsa ereb li van deran bicih kirin. Ereban li gundê kurdan bicih kirin û niha hejmara gundên Şehbayê di navbera 400-450 de diguhere.   ŞEHBA DIBIN KONTROLA KÊ DEYE?   Niha, bajarê Minbic a di 13’yê Tebaxa 2016’an hat rizgarkirin, Tişrîn a di Kanûna 2015’an de hat kontrol kirin û Til Rifat a di Sibata 2016’an de hat girtin ên Şehbayê dibin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dene. Li Minbic û Tişrînê leşkerên DYA hene, lê li herêmên din jî bi giştî leşkerên Rûsya û rejîmê cih digirin. Li aliyê din cihên El Bal, Qabasîn, Cerablûs, El Raî, Ezaz û Mare jî dibin kontrola komên hevkarên Tirkiyeyê Koalîsyona Neteweya Sûriyeyê (SUK), Tugayên Sultan Murat, Ehrar El Şam, Feyleq El Şam, Lîwa Hemze, Lîwa 99, Feyleq 16, Cindûl Aksa û bi dehan komên biçûk û  TSK’ê dene.    GELO DÊ RÛSYA Û REJÎM DESTÛRÊ BIDE?   Kantona Şehbayê, di rojên dawî de maluvaniyê ji koçberên ji ber êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê koçber kirin re dike. Şehba herêmeke ku maluvaniyê ji penaberan re dike. Til Rifat a ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan behsê dike, encex dikare bi alîkariya Rûsya yê êrîşê wir bike. Lê ji bo Til Rifat, hîna nediyare ka dê leşkerên Rûsya û rejîmê destûr bidin an na. Ji ber vê yekê îhtîmala Tirkiyey operasyonê pêk bîne pir xuya dike.    REWŞA EFRÎNIYÊN XWE SPARTIN ŞEHBAYÊ   Ji bo Tirkiye Şehba û Helebê kontrol bike, rêya  tekane Til Rifat e.  Her çiqasî tê gotin Rûsya û rejîm destûrê nadin vê yekê jî, ji ber helwesta wan a di mijara Efrîn de, îhtîmala vê yekê li ser maseyê disekine. Ger Tirkiye êrîşî Til Rifat bike, jiyana bi sedhezarên sivîl ên ji Efrînê xwe spartin Şehbayê dike talokê.  Ev rewş di civaka navneteweyî de çiqas girîngiya wê heye, yan tune ye mîna pirsgirêkek sereker derdikeve holê.   LI GUNDÊ KIFIR NEYÊ DE KOM BÛN   Gava ev îhtîmal li ser maseyê kom bûn, ji qadê agahiyek girîng hat. Li gorî agahiyên hatin bidest xistin, rayedarên Tirk û Rûsye îro li dungê Kifir Neyê ya dibin kontrola rejîmê de û dikeve bakurê Helepê civîn pêk anîn.  Hat diyar kirin k udi civînê de li ser pêşeroja Til Rifat hatiye axaftin. Divê mijarê de gelo Rûsya guhê Tirkiyeyê kêşa, yan jî daxwaza Tirkiyeyê erê kir, dê di rojên pêş de derbikeve holê û bi gavên bên avêtin dê rastî eşkere bibe.   MA / Erdogan Altan