Îdîaya ‘sabotajê’ ya doza Soma pûç derket 2018-03-26 13:23:39 MANÎSA - Di danişîna doza facîaya Soma de, derket holê ku têkildarî îdîaya xwediyê kana komirê Can Gurkan a “sabotajê", di dosya lêpirsînê ya 14 meh berî bûyerê hatibû destpêkirin de belgeyên cuda tune ye. Parêzerên mexdûran jî diyar kirin ku ji bo bersûcên girtî serbest bên berdan bi zanebûn wextê darizandinê dirêj dikin.  Li navçeya Soma ya Manisayê di 13'ê Gulana 2014’an de di Kana Komirê de hezan çê bûbû. Di bûyerê de 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dabûn. 21'emîn danişîna doza 5 jê girtî 51 kesên ji mirina 301 karkeran a Soma berpirsiyarin, li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê hat dîtin. Bersûc, xizmên mexdûran û parêzer tev li danişîna dozê bûn. Parlamenterên HDP û CHP'ê û nûnerên 17 baroyan jî doz şopandin.    ÎDÎAYA SABOTAJÊ PÛÇ DERKET'   Di danişînê de li ser giliyê xwediyê kana komirê bersûc Can Gurkan ya îdîaya "Sabotajê", Serdozgerê Komarê yê Manîsayê diyar kir ku dosya lêpirsîna îdîaya “sabotaj”ê ku 14 mehin sedema mutalaayê ye gihiştiye dadgehê. Serokê heyeta dadgehê diyar kir ku di dosyaya lêpirsînê de ji bilî belgeyên dosyaya Doza Soma belgeyên cuda tune ye. Piştî dosya û belge hatin xwendin, parêzerên mexduran mafê axaftinê girtin.    ‘BI GIRDINA WEXTÊ DIRÊJ MIJÛL DIKIN'   Parêzer Can Atalay, diyar kir ku dosya lêpirsîna îdîaya “sabotajê” vala derketdiye. Atalay, diyar kir ku dozgerê berê salek berê diyar kir ku mutalaa amade ye, lê salek derbas bû hej mutalaa nehatiye amadekirin. Atalay, anî ziman ku piştî heyeta dadgehê navber da mutalaa ya hatibû amadekirin aşkere nekirin û armanc kirin ku wexta girtina bersûcan dirêj bikin û piştre wan berdin. Bi vê yekê xwestin delîlan reş bikin û winda bikin. Em dixwazin bersûc ji ber van helwestên xwe ku mijûl dikin girtî bên darizandan."    Parêzer Nergîs Tuba Aslan jî diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Manisayê dê naveroka dosayê biguherîne û wiha got: "Bersûv pir aşkere heyeta dadgehê dixapînin û lîstikan amade dikin. Bi zanebûn mutalaa nedan. Xwestin bersûcan 5 salan bigirin û piştre serbest berdin. Lê ev yek li dijî hiqûqê ye. Bersûcan ditin ku digêjin dawiya darizandinê hêj nû dest bi parastinê kirin. "    ÇAVÊ XWE JI KUŞTINA 301 MIROVAN RE DIGIRIN   Prz. Hatice Aslan Atabey ji bal kişand ser dema darizandinê û guhertina dozger, heyeta rapora zaneyan u wiha got: "Hem dozgerê dozê guhertin û hem jî heyeta rapora zaneyan guhertin. Tenê rastiyek heye ew jî çavê xwe ji kuştina 301 karkeran re girtin. Dixwazin ku bi dosyayek vala biryarê derxin. Naxwazin ku dadgeh der barê bersucan de biryara ceza bidin."    Piştî parastinan heyetê navber da darizandinê.