SAMER: Li herêmê dengên AKP’ê dihelin 2018-03-26 09:19:55 AMED – Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP’ê, di kurdên AKP’î de dilnerehetî daye avakirin û got: “Li gorî lêkolînin me kirin, li herêmê ji sedî 5 dengên AKP’ê heliyane û hîn jî AKP dengan winda dike.” Koordînatora Navenda Lêkolînin Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç, îtîfaqa AKP-MHP’ê û guhertinên qanûnên hilbijartinê nirxand. Genç, diyar kir ku mirovên herêmê li îtîfaqên partiyan mêze nakin û wiha axivî: “Mirov derbarê ewlekariya hilbijartinê de bi guman in. Li herêmê desthilatdariya AKP û MHP ji nêzde tê şopandin. Îtîfaqa pêk hat, gumanên siyasî jî zêde kirin. Mirov dê bi dilekê rehet neçin ser sinduqan. Desthilatdarîr veguheriye binyadek navendî û totalîter. Êdî gihaye wê astekê nasnemeya gelên herêmê red dike. Bi OHAL’ê re gotinên nijatperest her ku diçin zêdetir dibin. Gel ji xeynî hilbijartinê dixwaze ev pêvajoya êrîşkar bi dawî bibe.”   Gunç bal kişand ser tayîn kirin qeyûmên şaredariyên gel bi vîna xwe hilbijartin û wiha pê de çû: “Şaredarî êdî bi vîna gel bi rêve naçin.  Parlamenteran dixin girtîgehan. Ji ber vê yekê gel bi gumane.”    ‘GEL HEWAYA HILBIJARTINÊ YA BI EWLE NABÎNE'   Genç, da zanîn ku niha li Tirkiyeyê hewayeke hilbijartê ya bi ewle tuneye û wiha bilêv kir: “Gel difikire ku ger biçe ser sinduqan jî dê qedera hilbijartinê ne guhere. Gel hilbijartinên herî dawî  yên referandûmê mînak dide. Ji ber vê yekê gel baweriya xwe bi vê hilbijartinê nayîne.”   'AKP DENGAN WINDA DIKE'   Genç, dest  nîşan kir ku gelê herêmê xwe di îtîfaqa AKP-MHP’ê de nabînin û wiha domand: “Gelê herêmê ji polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li dijî kurdan pêk anî acize. Êrîşên li ser destkeftiyên kurdan, hişt ku di kurdên AKP’î de jî fikaran bide avakirin. Helwesta AKP’ê ya ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Efrînê mijarên herî zêde derdikevin pêşe. Ji ber van mijaran jî ma de hilbijarên kurd dengên xwe nadin AKP’ê û her ku diçe dengên AKP’ê kêm dibin. Ji ber vê yekê di çend mehên dawî de dengên AKP’ê ji sedî 5 kêm bûne û hêdî hêdî dihelin.”   'DIXWAZIN HDP TENÊ BIKEVE HILBIJARTINÊ’    Genç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li herêmê herî zêde HDP dengên gel digire û gel dixwaze HDP bi tena serê xwe biçe hilbijartinê. Dixwazin tevgera azadiya kurd bi tena serê xwe biçe hilbijartinê. Li dijî CHP’ê xwedî heman nêrînê ne. Ji ber ku CHP’ê baş nas dikin, nafirin ku CHP alternatîf be. Gotina Kiliçdaroglu ya dibêje ‘Ezê pirsgirêka kurd çareser bikim’ zêde bandora xwe li mirovan nake. Gelê kurd ji tifaqek komarî zêdetir, tifaqek demokratîk, exlaqî, pir alî û pratîk dixwaze. Gelê kurd encex bersiva erênî bide tifaqek wiha."    MA / Cîhan Olmez