Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû 2022-11-29 18:26:13   ENQERE - Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê ku ji bo serdema nû hat lidarxistin, bi dawî bû.    Civîna Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo diyarkirin xeta têkoşînê ya serdema nû hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Ji Rêxistinbyûnê Berpirsiyar Ozlem Gunduz û Berdevka Meclîsa Ciwanan Dersim Dag tevlî civînê bûn. Rojeva sereke ya civînê êrişên li ser têkoşîna jinê bûn. Di civînê de li ser girîngiya yekîtî û piştevaniya li dijî êrişan hat sekinand. Her wiha di civînê de hilbijartin jî di nav de awayê helwesta jinan û siyaseta ku dê bikin hatin nîqaşkirin.   Di civînê de li ser berxwedana gel a piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kiriye jî hat sekinandin û xurtkirian têkoşîna jinê ya enternasyonal hat destnîşankirin.   Dê di rojên pêş de danezana encamê ya civînê bê belavkirin.