Li Edeneyê 8 kes hatin berdan 2022-11-29 16:30:47   EDENE - Ji kesên li Edeneyê di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 3 jê zarok bi giştî 8 kes hatin berdan.    Di encama serdegirtinên malan ên di 26’ê mijdarê li Edeneyê de 3 jê zarok bi giştî 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî ku kar û barên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Her 8 binçavkirî jî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Edeneyê hatin kirin. Dadgeriyê her 8 binçavkirî jî bi şertê kontrola edlî berdan.