ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-09 09:00:09   ROJANE    * Birayê Mehmet Uzun Mahmut Uzun, rakirina navê Mehmed Uzun a ji ser tabelaya parkê rexne kir û wiha got: "Ev bê hurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye. Ev neqebûlkirina kurd e."     * Îdîanameya 8 xwendekarên Zanîngeha Kocaelî yên hatin girtin temam bû. Îdîanameya xwendekaran tije skandal e. Dozger hemû çalakiyên xwendekaran ên demokratîk û zagonî wekî sûc hesiband. Dozger şandina nameyan a girtîgehê jî sûc dît.    * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 19 sal e li Sûriyeyê hatiye derxistin, endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ev dem wekî "Windahi û dema windakirina demokrasî û aştiya Tirkiyeyê" şîrove kir û wiha got: "Heke Ocalan îro bi awayekî azad siyaset bikira, dê gelek tişt li Rojhilata Navîn biguheriya."   *  Lijneya Pisporan a Tiba Edlî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Duzceyê bi yek dengî got ku "Şert û mercên girtîgehê ji bo wî gefê naxwin û dikare bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike" dan girtiyê bi navê Selamî Keleş, lê dayika wî dema çû hevdîtinê, dayika xwe nas nekir.   * Girtiyê 20 salî Ferdî Îşçî yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, bi "girêka berazê" hat girêdan avêtin hucreyê, di lêgerîna tazî re hat derbaskirin, îşkence li wî kirin. Fîkret Kafa yê li dijî vê derket, ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê kirin, rewş bi nameyekî vegot.   * Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî 7 kesênk li Muglayê hatin tazîkirin, destê wan li pişt wan hat kelepçekirin û rastî îşkenceyê hatin bi gotina "Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Kesên ev sûc kirine divê bên cezakirin." Sekreterê Giştî yê TÎHV Metin Bakkalci jî diyar kir ku ji bo hesap bê pirsîn ew amade ne ku fonksiyona xwe ya kesên zana pêk bîne.    * Apê Veysî Şengîl ê li Muglayê ji piştê ve hat kelepçekirin û erdê dirêjkirin, Abdurrahman Şengîl da zanîn ku Prz. Gulfer Karadenîz bi biraziyê wî re axiviye û ev tişt got: "Veysî hêj rût û tezî tê rawestandin.   * Civîna îştîşareyê û kongreya HDP'ê ya bajêr dê li salona VATSO'yê pêk bê 10.00 (BI DÎMEN E)   * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Endamên Dîwanê dê bi minasebeta komploya 9'ê Cotmehê Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ziyaret bikin. (11.00)   * Rûniştina doza komkujiya Wargeha Aladaga ya 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest da dê li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê bê dîtin. (09.30)     * Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ya bi sedema Qeymeqamê Qlabenê Naif Yavuz darp kiribû hatibû vekirin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê ditin. (10.00)   * Rêxistina DBP'ê ya Amedê, bi minasebeta salvegera 9'ê Cotmehê derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Sûriyeyê dê li avahiya abjar daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   KED Û ABORÎ   *  Ji ber ku endamên TUMTSÎ'ê bûn bi hinceta "Girtina beşê" 9 karkerên DHL'ê ji kar hatin avêtin, 85 roj e çalakiya wan dewam dike. Karker ji mehên havînê vir ve di berxwedanê de ne û gotin ku "Em ber bi zivistanê ve diçin, lê em li vir nacemidin. Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike."   Çotkarên tûtinê diyar kirin ku bi qedexeya firotina tûtina xam rê li pêş şîrketên mezin ên tûtinê tê vekirin. Çotkaran anîn zima nku bi van qanûnan dê kesên tûtinê difiroşin bên cezakirin û wiha gotin: "Ked û mafê çotkaran tê xwarin. Rê li pêş şîrketên mezin tên vekirin.    * Berdevkê Platforma Tûtinê ya Semsûrê Abdurrahman Tutdere, bertek nîşanî cezayê ku bi guhertina zagonan li hilberînerê tutinê bê birîn da û wiha got: "Ev guhertina zagonan daxwaza şîrketên mezin in. Ger ku ev zagon bê erêkirin dê 200 hezar kes bi neyînî bandor bibe.    EKOLOJÎ   * Tesîsa Kevirê Şikandî ya Erkoç li Çeşmeyê li ser erdê gundiyan hatiye avakirin û 5 caran hatiye girtin, 3 caran bi rapora ÇED'ê îptal bûye, lê dîsa jî li qadê belav dibe û xebatên xwe dewam dike. Keyayê gundê Germiyanê Şadan Kaya da zanîn ku biryarên dadgehê kêrê wan nayê.   JIN   * Kujerê Sîbel Çelîk Halîl Yilmaz, 15 mehin hêj nehatiye girtin û li holê nexuya ye. Dayika Sîbel Cemîle Çelîk, xwest dadgeh bêyî cezayê wan kêm bike cezayê herî giran bide wan.    * Şaredariya Seyhanê ya CHP'î dezgehên jinan ên li Kolana Çandê ya Ahmet Kalfa hemû rakirin û li şûna wan cafeyan ava dike. Jinan li dijî vê yekê renazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: "Em cihê xwe nadin wan."