ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-26 09:00:30 * Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervin Buldan, bal kişand ser aşkerekirina rapora CPT û wiha got: “CPT 2 sal şûnde rapora Îmraliyê aşkere dike û diyar dike ku tenduristî û ewlehiya Ocalan baş e. Ev ne hewestek rast e. Balkêş e Tirkiye ket nava Efrînê rapor aşkere kirin. Ev nişan dide ku Tirkiye ketiye zorê."  *Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, diyar kir ku Tirkiye bi ketina Efrînê ket nava bêcaretiyê û got: “Ev ne serkeftine û Tirkiye nikare li wê derê bimîne. Serokomar Erdogan nefreta xwe ya li dijî kurdan derxist ser rûyê erdê.”   *Li 280 gundên Mêrdîn yên avdaniya çandiniyê xwe bi sontajan dikin, ji ber ku DEDAŞ ceyranê ji ser wan qut kir, pirsgirên avê dijîn. Endamên Komeleya Keyayan a Dêrikê diyar kirin ku dilê hikûmetê ku bixwaze qeyûm tayîn dike û wiha got: "Hikûmet çima dest DEDAŞ’ê nade. Ger ku wisa bidome em dê abonetiya xwe betal bikin û em dê bi rêbaza berê ya avdanya zeviyên xwe bikin."     * Nivîskar Faîk Bulut, diyar kir ku Tirkiye ji ber ku ji kurdan ne rehet dibe ket Efrînê û got: “Tu têkiliya vê yekê ne bi PKK û ne jî bi PYD’ê re heye. Dixwazin ji Helebê, heya Mûsilê xetekê xêz bikin û li ser wê xetê jî serwer bibin.    *Dozgerê Komarê yê Amedê der barê polîsên ku bê destûr bi ser avahiya DÎHA, Azadiya Welat, KURDÎ-DER û Weşanên Aramê de girtin û lêgerîn pêk anîn û piştre 32 rojnameger binçav kirin de pêdivî bi lêpirsînê nedît.    *Hasan Budak (74) ê ji sedî 96 astengdar, ji ber îfadeyên îtîrafkarekê yên “zebzeyên di zeviya xwe de dayîna PKK’iyan, dilxwazê TÎKKO û propagandeya PKK’ê kirin” hat  girtin.    *Qeyûm Tuncay Sonel ê tayînê Şaredariya Dêrsimê hat kirin, cihê kar, otopark, firoşgeh, mal, market û cihên neguhêzbar ên dahatûya saziyêne derdixe îhalê. Endamê Meclîsa Gel a Bajêr Mehmet Alî Yazir, diyar kir ku qeyûm dixwaze jêderkên şaredariyê ji dest derxe û şaredariya dibin deynan de bihêle.   *Canan Yuce, bi firotina berhemên xwezayî dikana ku xeyal dikir vekir û armanca wê ew ku keda jinê dîtbar bike.    *Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP’ê, di kurdên AKP’î de dilnerehetî daye avakirin û got: “Li gorî lêkolînin me kirin, li herêmê ji sedî 5 dengên AKP’ê heliyane û hîn jî AKP dengan winda dike.”   *Dê danişîna destpêkê ya doza polîs Alî Koçak ê ji ber erka xwe di komkujiya navçeya Pirsûsa Rihayê de xirab bikar anî, dê li Edliya Pirsûsê bê dîtin. (10.00)    *7’emîn danişîna doza cerdevan Tekîn Gulaçti yê li gundekê navçeya Payîzava ya Wanê zarokek astengdar jî dinav de îstîsmara zayendî li 3 zarokan kir, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dê bê dîtin. (14:00)   *21’emîn danişîna doza 5 jê girtî 51 kesên ji ber faciya kana komirê ya 301 kesan di 13’yê Gulana 2014’an de li navçeya Soma Manîsayê de jiyana xwe ji dest dan, dê li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê bê dîtin. Berî dozê, dê daxuyanî bê dayîn. (09.00)   *Xwendevanên Kovara Kaldiraç dê li Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo endamên xwe yên berî Newrozê hatin binçavkirin û hîna dibin çavan dene, dê daxuyanî bidin. (11.00)   *Rêxistinên Ciwanan, dê derbarê operasyona li dijî xwendekarên Zanîngeha Bagazîçiyê li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)