Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin 2022-11-26 13:06:46   ENQERE - 7 Jinên di çalakiya 25’ê Mijdarê de ji ber hilgirtina pankarta “Kurdistanê” hatibûn binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin.    Jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tûndiya Li Ser Jinan a Navnetewî, duh li Qada Sakarya ya Enqerêyê kom bûbûn û tundiya li dijî jinan şermezar kiribûn. 7 jinên di çalakiyê de pankarta ku li ser “Ji Efxanîstanê heya Îranê, Ji Îranê heya Kurdistanê, ji Kurdistanê heya Tirkiyeyê agirê femînîst venamire” hilgirtin, ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.  Jinên li Midûriyeta Polisan a Enqereyê tên ragirtin 6 saet piştî binçavkirinê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn.    DAYÎNA ŞÎFREYA TELEFONÊ HATE FERZKIRIN   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û destnîşan kir ku polîsan ji ber naveroka pankartê ya “Kurdistanê” jin 6 saetan  bi navê “refakayê” di binçavkirinê de hiştine û dest danîne ser pankarta jinan.    Jinên hatine binçavkirin di hevdîtina parêzerên xwe de anîn ziman ku polîsan wan bi kelemçeyên bi pişt ve binçav kirine û dan zanîn ku polîsan bi heqaret û gefan, dayîna şîfreya telefonê li ser wan ferz kirine.”